Dozgeriyê îfadeya hat redkirin esas girt û îdianame amade kir

  • 09:07 18 Çile 2018
  • Hiqûq
AMED - Derbarê hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianameyek nû hat amadekirin. Di îdianameyê de cih dan îfadeyên Gurbuz Topçu ku di pevçûna Nurhakê de birîndarî hat girtin û bi rojan îşkence lê hat kirin û Gurbuz Topçu jî diyar kir ku ev îfade ne aydê wê ne.
 
Derbarê Hevşaredara DBP’ê ya Dêrsîmê Nurhayat Altun de ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsîmê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianameyek nû hat amadekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku kesê bi navê Ozer Altaş di 19’ê Hezîrana 2016’an de serî li Navenda Ragîhandina Serokatiyê  daye û ji ser (BÎMER)  derbarê Nurhayatê de serlêdan kiriye,  di serlêdana mijara gotinê ye de tê gotin ku Nurhayatê di 18’ê Hezîrana 2016’an de li bajarê Dortmund a Elmanyayê tevlî Festîvala Jinan a Zîlanê ya Navneteweyî bûye û di wir de axiviye.
 
Gurbuzê îfade red kir
 
Di berdewamiya îdianameyê de cih dan îfadeyên tê îdîakirin aydê Gurbuz Topçu (Aza Çunguş) ku di pevçûna Nurhakê de birîndarî hat girtin û bi rojan îşkence lê hat kirin. Di îfadeyên ku tê îdiakirin aydê Gurbuzê ye de tê gotin ku Nurhayat bi gel re hatiye cihên ku ji aliyê TSK’ê ve hatiye bombebarankirin û molozên li wir derketine paqij kirine û di vê navberê de Nurhayat dîtiye. Gurbuz diyar kir ku îfadeyên di îdianameyê de ne aydê wî ne û îfadeyek wisa nedaye.
 
Dozgeriyê îfadeyên hat redkirin esas girt
 
Dozgeriya hemû dosya nirxand îdia kir ku Nurhayat ‘di nav rêxistinê de, di çarçoveya peymana KCK’ê de bi armanca îdeolojî û armanca rêxistinê bîne cih tevgeriyaye’. Dozgeriyê îfadeyên ku Gurbuz qebûl nekir, esas girt.  Îdianameya bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat amadekirin, bi doza ku Nurhayat jê girtî li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsîmê tê darizandin re kirin yek. Rûniştina dozê di meha Sibatê de tê dîtin.