Ji ber ku mala xwe neterikand 2 sal in girtî ye!

  • 11:40 16 Çile 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna doza ku 50 kesên li Nisêbînê piştî îlankirina rêveberiya xweser hatin girtin îro tê dîtin. Dayika 5 zarokan Nurşan Demîr ku ji ber mala xwe terk nekirin piştî îşkenceya lê hat kirin ku bi cezayê muebetê tê darizandin, diyar kir ku ew 2 sal e li gel tu sûcê wê tune ye di girtîgehê de tê girtin banga hestiyariyê li raya giştî kir.
 
Daneşîna doza ku 50 kesên li Nisêbînê piştî îlankirina rêveberiya xweser hatin girtin ku bi cezayê muebetê tên darizandin wê îro bê dîtin. Doza ku 17 zarok jî jê tên darizandin di 9'ê çileyê de bi awayekî girtî hatibû dîtin û piştî daneşîna ku du rojan hat kirin taloqî 10'ê nîsanê hatibû kirin. 50 kesên ku ev 2 sal in bi hinceta "Yekitiya welat xira dikin" ji heman dosyayê girtîne jî bi daxwaza cezayê muebetê wê îro li avahiya kevin a SGK'ayê derkevin pêşberî dadger.
 
Di daneşîna ku nayê zanîn wê malbat tevli bibin an nebin de wê 50 kes bê darizandin. Darizandina ku nayê zanîn wê çend rojan berdewam bike jî wê hin girtî bi riya SEGBÎS'ê tevli bibin. Zarokên girtî ku berê cuda hatibûn darizandin û ceza girtibûn jî wê cara yekê bi girtiyên din re derkevin pêşberî dadger.
 
Wê 50 kes bê darizandin!
 
Gelek girtiyên ku di serdema pevçûnan de ji mala ku lê bûn derketin û piştre bi îşkenceyê dayîna îfadeyê li wan hat ferzkirin bi gelek zextan re rûbirû mabûn. Dîsa yek ji van kesên ku bi îşkencyê re rûbirû mane jina 45 salî ku dayika 5 zarokan  e Nurşan Demîr jî wê bi daxwaza 'cezayê muebetê' bê darizandin. Nurşen a ku di serdema pevçûnan de ji mala xwe ya li taxa Firatê ku lê dima derneket û piştî ku pevçûn dijwar bûn li jêrzemînekê xwe veşartbû piştre hatibû tahiliyekirin. Nurşen Piştî ku ji aliyê polîsna ve hat girtin ku bi îşkenceyê re rûbirû ma, piştî îfadeya wê ya ku bi îşkenceyê da  hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
 
'Ez bêyî ku tu sûcê min hebe hatim girtin'
 
Nurşen a ku ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de da du sal in girtî ye, ji bo doza ku wê îro jê bê darizandin bi riya malbata xwe banga hestiyariyê û piştevaniyê li raya giştî kir. Nurşan diyar kir ku ew 2 sal e li gel ku tu sûcekî wê tune ye hatiye girtin, bi cezayê muebetê tê darizandin û dûrî zarokên xwe maye di berdewamiya banga ku kir de wiha got: "Bi mehan e ku ez dûrî zarokên xwe hatime hiştin. Min gelek bêriya wan kiriye. Ji ber ku min mala xwe neterikand îşkence li min hat kirin û bi cezayê muebetê têm darizandin.  Ji ber ku min mala xwe neterikandiye ez sûcdar têm kirin. Lê li gel ku tu sûcê min tunebû hatime girtin. Bila herkes dengê min bibihîze û tiştekî bikin. Li gel ku dizanin em sivîl in jî vê neheqiyê li me dikin. Ez bang li raya giştî dikim ku piştgiriyê bidin me. Ez naxwazim ji zarokên xwe dûr bikevim.