Li Leyla Guven doza ‘qeyûm’ hat vekirin

  • 09:18 3 Çile 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
ÊLIH - Derbarê Leyla Guven de bi hinceta di 15’ê Îlona 2016’an de di daxuyaniya çapemeniyê ya protestokirina qeyûm de axiviye, bi daxwaza cezayê heta 7 salan doz hat vekirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê  Leyla Guven de bi hinceta tevlî daxuyaniyên çapemeniyê yên protestokirina qeyûm bûye îdianame hat amadekirin.  Dozgeriyê Leyla wek ‘Qaşo hevseroka KCD’ê’ bi nav kir û hat gotin ku Leylayê di axaftina xwe de dewlet nîşan daye. Di îdianameyê de cih dan van îfadeyê Leylayê: “Vana Kurd kuştine, îşkence lê kirine, bûne sedeam koçberiyê ku Kurd xwe ji bîr bikin. Ev ne qeyûm, xesp e. Ev saleke li qadên rêveberiyên xweser her tişt bi gelê me kirin. Xaniyên wan hilweşandin û mirov bi zindî di bodruman de şewitandin.”
 
Dozger 7 sal xwest
 
Dozgeriya axaftin nirxand derbarê hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan de ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û wî jî di heman çalakiyê de axaftin kiribû de bi îdiaya ‘saziyên dewletê biçûk xistiye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ ji 1,5 heta 7 salan ceza xwest.
 
‘Hikumet diguhere, zîhniyeta dewletê naguhere’
 
8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê ku îdianame qebûl kir derbarê Leyla û Tuncer de doz vekir. Rûniştina yekem di 17’ê Kanûnê de hat dîtin û Leylayê bi talîmatê îfade da û bi Kurdî parastina xwe kir. 
 
Duyemîn rûniştina dozê jî di 25’ê Kanûna 2017’an de hat dîtin. Ji bo Tuncer Bakirhan bi deng û SEGBÎS tevlî runiştinê bibe hewl hat dayîn bi Girtîgeha Boluyê re têkilî bê danîn lê pêk nehat. Parêzera Leylayê Reyhan Yalçindag jî mazeret ragihand û tevlî nebû. Doz taloqî 22’ê Gulanê bû.