Berteka li dijî ‘kincên yek reng’ didome

  • 09:05 2 Çile 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Koordînatora Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Hazal Ozbey diyar kir ku pêkanîna ‘kincê yek reng’   ya bi KHK’a hejmar 696 ketiye jiyanê nayê qebûlkirin û got: “Aliyekî ku dibêje em ji kevneşopiya îslamî tên û li dijî zilmê ne pêkanîneke zalimane ya wek Guantanamo mînak nîşan didin û ev gelek balkêşe.”
 
Bertekên li dijî pêkanîna kincên yek reng ya bi KHK’a hejmar 696’an ket meriyetê her diçin zêde dibin.  Koordînatora Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Hazal Ozbey  diyar kir ku ev ferzkirina mijara gotinê ye masumiyetê ji holê radike û got girtiyên wê bi kincê yek reng derxînin pêşberî dadgehê ji bo dadgehê pêşketineke neyînî ye û wiha got: “Di pergala daraza cezakirinê de di pêvajoya ku kes bên darizandin de ew kes bi giştî nikarin sûcda bên dîtin.  Di çarçoveya rêbazên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qebûlkirinê de bi kelepçeyê anîna girtiyan pêkanîneke ku zirarê dide masumiyetê ye. Girtî wê bikevin fikra ku civak wan sûcdar dibîne ye.  Di vî alî de jî  mirov wê der barê dadgeh û darazê de baweriya xwe wenda bikin.
 
Hazalê balkişand ser gotinên Tayyîp Erdogan ên ‘Li Guantanamo bi kincê yek reng bi teşe bûye’ û bi lêv kir ku Guantanamo di hişê civakê de gelek xerab hatiye bicihkirin û dayîna mînaka Guantanamo tê wateya ku mirov ji ser heşê xwe çûbe ye.  Aliyekî ku dibêje em ji kevneşopiya îslamî tên û li dijî zilmê ne pêkanîneke zalimane ya wek Guantanamo mînak nîşan didin û ev gelek balkêşe.”
 
‘Dixwazin girtiyan tenê bihêlin’
 
Hazalê di dawiya axaftina xwe de got ku girtiyiyên vê pêkanînê qebûl nekin wê ji mafên xwe yên herî sereke bêpar bên hiştin, ji ber qebûlnekine wê rastî cezayên dîsîplînê bên û tenê bên hiştin.  Hazalê diyar kir ku wê  di rewşek wisa de li dijî girtiyan pêkanînên xerab bên meşandin û li hemberî vê pêkanînê wê ji aliyê din jî berxwedan bê nîşandan.