Daraza mêr a 2017’an:Li dijî bêcezahiştinê têkoşîna jinan zêde bû

  • 10:51 28 Kanûn 2017
  • Hiqûq
Evrîm Kepenek
 
STENBOL-Jinên Tirkiyeyê li dijî zîhniyeta serdest a mêr di 2017’an de jî têkoşîna xwe meşandin. Dadgehan ji ber sedemên wekê ‘daxistina bêmaf’, ‘rewşa baş’, ‘daxistina takdîrî’ ji bo mêrên kujer ceza daxistin, her wiha mêrên ku bê ceza man jî hebûn. Yasemîn Çakal ya li Stenbolê û Sevînç Akkaya ya li Manîsayê mafên xwe yên parastina cewherî bikaranîn jî hatin berdan.
 
Tirkiyeyê di sala 2017’an de bû sala têkoşînê ya jinan a li dijî şîdetê.  Bi taybetî piştî îlankirina OHAL’ê  di vekirina dozên şîdetê de kêmbûnek heye û qanûna hejmar 6284’an a wek şîfreya xilaskirina jinê dihat dîtin jî di hedefa desthilatdariyê de bû.  Sala 2017’an jî wek salên beriya vê bi bêcezahiştina şîdeta li ser jinan derbasî dîrokê bû.  Yasemîn Çakal ya mafê xwe yê parastina cewherî bikar anî di encama têkoşîna jinan de hat berdan.  Sevînç Akkaya ku li Manîsayê mêrê ku ew îstîsmar kiribû qetil kir, di runiştina çaremîn de hat tahliyekirin.
 
Bi daxistina cezayan, bêcezabûn derketin pêş
 
Her wiha di dozên şîdetê de bi hincetên ‘daxistina tahrîka bêmaf’, ‘rewşa baş’, ‘daxistina takdîrî’ pêk hatin û ev jî bû sedema saleke ku mêr ceza negirtin.  Daraza ku îfadeyên jinan esas negirtin, dem bi dem nobedariya ahlaqê kir, êrîşa zayendî ya li dijî hevjînê sûc nedît, di 2017’an de ev tablo derket holê. 
 
Biryarên darazê yên mêr
 
Li Êlihê Amîne Demîrtaş ji aliyê birayê xwe ve bi îşkenceyê hat qetilkirin û ji bo bira ‘daxistan rewşa baş’ pêk hat. Yekîmîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê cezayê muebetê yê giran yê li Çetîn Feyzîoglu hatibû birîn ku Zahîde Feyzîoglu qetilkiribû, xera kir û bi ‘daxistina tahrîka bêmaf’  Çetîn ji nûv e darizandin û 20 sal ceza danê.  Li mêrê ku Mehtap Bulbul li Kocaeliyê qetil kir, daxistina tehrîka bêmaf bikaranîn. Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Manîsayê ji bo mêrê ku S.K qetil kir, ‘rewşa baş’ li ber çavang irt û 7 sal û 9 meh ceza birî.  Mêrê ku tacîza zayendî li Ebru Tîrelî û Neslîhan Çankaya kir hati binçavkirin û berdan.  Li Eskîşehîrê ji bo mêrê ku hevjîn xwe qetil kir ‘daxistina tahrîka bêmaf’ pêk anî. Li Stenbolê kujerê penaber Wisam Sankarî ya hevzayend bû, B.A jî ji rewşa baş  15 sal ceza girt.  Di 2017’an de ji biryarên darazê yên derketibûn pêş ev bûn.
 
Jinan berxwe da Yasemîn hat tahliyekirin
 
Tevî mêrtiya darazê jinan deng da dengê jinên rastî şîdetê û qetilkirinê hatine û ji ber deriyên edliyeyê veneqetiyan. Di encama berxwedanê de, berdana Yasemîn Çakal ku mêrê şîdeta sîstematîk lê kiribû bi parastina cewherî qetil kir, girtina mêrê li ser rêya Yenîce Mersînê jin tacîz kir, hatin jiyÎn.
 
Dîsa girtina mêrê bi navê Yusuf A. yê li funîkuyên Taksîm-Kabataşê jinek tacîz kir di encama têkoşîna jinê de hatin jiyîn. Dîsa jin xwedî li doza Emanî Elhamra ya li Sakaryayê bi bebeka xwe ya 11 mehî re hat qetilkirin, derketin.
 
Qanûna hejmar 6284 di hedefê de ye
 
Di 2017’an de erêkirina ‘qanûna miftitiyê’, pêşniyara di berdanan de navbeynkarî, daxwaza rakirina qanûna hejmar 6284’an ji bo jinan wek wendahî ket dîrokê.
 
9 doz bi bêcezabûnê encam bûn
 
Rapora daraza zayendperest ya Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KDCP) jî der barê 2017’an de hinek tespîtan dide. Di rapora platformê ya der barê mehên Gulan û Cotmehê de yên der barê 54 dozan de tê gotin ku ji 54 doz hatine şopandin û ji van 24 heb bi encam bûne û ji van jî 9 heb bi bêcezabûnê encam bûne.
 
Îstîsmara zarokan zêde bû 
 
Li gorî rapora ‘Îstîsmara li dijî zarokan a 2016’an  ku Komeleya Rehabîlîtasyon û Pêşîgirtina Şîdetê (ÎMDA) amade kiriye  li Tirkiyeyê di bûyerên êrîşên zayendî de ji sedî 5 zêdebûn heye û ji sedî 95 jî veşarî dimînin. Ji ber îstîsmarên zarokan serlêdanên bo Saziya Tipa Edlî jî zêde dibin.