Doza Nursel Aydogan hat taloqkirin

  • 14:20 25 Kanûn 2017
  • Hiqûq
AMED - Doza parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku parlamenteriya wê hat betalkirin, hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza rakirina biryara girtînê red kir. 
 
Doza parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan ku parlamenteriya wê hat betalkirin û di 4’ê Mijdara 2016’an de li Amedê hat binçavkirin û li Şirnexê hat girtin, hat dîtin. Di dozê de 103 sal cezayê girtîgehê ji Nurselê  re tê xwestin. Doz li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna dozê ku Nurselê beşdar nebû, parêzerê wê beşdar bûn.  Parêzer Abdulkadîr Guleç parastin kir û xwest biryara girtina Nurselê bê rakirin. Dozgerê danişînê têkildarî dozê nêrînên xwe anîn ziman û got girtina  Nursel Aydogan li gorî usûl û qanûnan hatiye kirin û daxwaza parêzer red kir. 
 
Heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê diyar kir û ji bo derbaskirina kêmasiyên dosyayê, doz taloqî Adarê kir.