Dadgehê girtina mamosteyê êrîşkar red kir

  • 17:24 21 Kanûn 2017
  • Hiqûq
AMED - Doza ku Momosteyê bi navê Ahmet B. ku li Çinarê li dibistanê mamostetî dikir xwendekara dibistanê bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû jê dihat darizandin de ku îro hat dîtin dadgehê daxwaza girtinê ya mamosteyê êrşkar red kir û doz taloq kir. 
 
Li navçeya Çinarê ya Amedê di sala 2016'an de li Lîseya Îmamxetîbê  zarokek xwendekar ji aliyê mamosteyê dibistanê Ahmet B.(35) ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatibû hiştin. Daneşîna doza bersûcê îstîsmara zayendî kir Ahmet B. de ku jê re  ji 3 mehan heta du salan cezayê girtîgehê tê xwestin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Di daneşîna ku hat kirin de bersûc Ahmet B. mabata zaroka mexdûr û parêzerên aliyan tevli dozê bûn. Piştî girtina îfadeyan û parastinê doz taloqî 9'ê çileya 2018'an hat kirin.