Bersûcê Îstîsmara zayendî mamostetiya xwe berdewam dike!

  • 14:16 21 Kanûn 2017
  • Hiqûq
AMED - Momosteyê bi navê Ahmet B. ku li Çinarê li dibistanê mamostetî dikir xwendekara dibistanê bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibû. Mamosteyê ku hat binçavkirin li ser lêgerîna dadgehê ya "şahidê bûyerê" bi daxwaza ku bêyî girtin bê darizandin serbest hatibû berdan. Mamosteyê hat berdan mamostiya xwe berdewam dike û doza ku jê tê darizandin jî wê îro bê dîtin.
 
Li navçeya Çinarê ya Amedê di sala 2016'an de li Lîseya Îmamxetîbê  zarokek xwendekar ji aliyê mamosteyê dibistanê Ahmet B.(35) ve bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatibû hiştin. Piştî bûerê mamoste peywira xwe berdewam kir û peyamên xwe yên tacîzkar yên ji zarokê re jî berdewam kirin.  Piştî ku xuşka zaroka bi tacîzê re rûbirû hat hiştin peyamên hatin telfona xuşka xwe dîtin, malbataê di 22'yê Tîrmeha 2016'an de li Muduryeta Perwerdeya Millî ya Navçeyê gilî kir. Piştî giliyê malbatê lêpirsîn hat destpêkirin serî li îfadeya zaroka mexdûr a 16 salî hat dayîn. Piştî ku îfadeya zaroka mexdûr hat girtin derket hol ku mexdûr bi awayekî sîtematîk bi îstîsmara zayendî re rûbirû hatiye hiştin. Bersûc Ahmet B. yê ku di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî hat girtin piştre serbest hat berdan û heta niha jî mamostetiya xwe ya li dibistanê berdewam dike.
 
Peyama wekî îtîrafa sûc!
 
Ahmet B. ê ku ji aliyê daraza mêr ve serbest hat berdan piştre bi peyama ku ji malbata zarokê re şand ku wekî îtîrafa sûce wiha got: "Min xetayek kir. Ez nikarim înkar bikim. Lê divê ku ev sûc li gorî şerîata xuda û hukmê wî bê dadgehkirin." Ahmet B. ê ku got dadgeh nikare edaletê bi cih bîne di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Ez dibêjim ku wer em pirsgirêkê bi melayekî re parve bikin. Hukmê xuda çi ye bila mela ji me re bibe dadger."
 
Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Çinarê di îdianameya ku amade kir  de peyamên ku ji zarokê re hatine şandin, îfadeya mexdûr û bersûc nirxandin. Dozgeriyê îda kir ku di navbera bersûc Ahmet B. û zarokê de "nêzîkatiya hestewar heye û bûyer wekî ku tê gotin ne îstîsmar e."
 
Dozger ji bo istismaara zayendi  'şahid' digere!
 
Dozger îda kir ku delîlekî bersûc mexdûr bi îstîsmara zayendî ya sîtematîk re hiştiye tune ye û şahidê bûyerê jî tune ye. Ji ber vê bûyer wekî îstîsmara zayendî a sîtematîk ne nirxand û bûyer wekî tacîza zayendî nirxand.  Herwiha dozger diyar kir ku peyweireke mamoste ya ku di kare hêsan têkiliyê bi xwendekar re dayne heye û ji ber vê bûyera ku qewimiye wekî stîsamar zayendî ya sîtemeatîk nanirxîne û wê wekî tacîza  zayendî bûyerê bigirin dest. Dozger ji ber sûcê tacîza zayendî ji Ahmet B. re ji 2  salan heta 3 salan cezayê girtîgehê xwest.
 
 'Zarok xwe bê çare hîst dike'
 
Rapora ku di 30 tebaxa 2016'an de Li Navenda Rêberî û Lêkolînê ji aliyê Psîkolog û Mamosteyê Rêber Osman Yeter ve hat amadekirin jî li dosyayê hat zêde kirin. Mamosteyê rêhebr di raporê de aşkera dike ku ew 2 caran çûye bi malbata kesa mexdûr re hevdîtin kiriye û tespît kiriye ku zarok piştî bûyerê di warê têkiliyên civakî de pirsgirêkan dijî û xwe bê çare hîs dike.
 
Her wiha di raporê de helwesta malbata kesa mexdûr jî hat diyarkirin û hat şakerakirin ku  malbat jî ji bê bûyerê neyînî bi bandor bûye hêviyên wê yên li dijî perwerdê şikesitine û zarokê di bin kontroleke zêde digire.
 
Dadgehê got 'îstîsmara zayendî'
 
Di raporê de di çarçoveya qanûna parastina zarokan de hat aşkerakirin ku divê ji bo zarokê tedîbîrên parastina tendirustiya wê bên girtin û ji bo malbatê jî bo malbatê jî cihekî ku bi karibe serî lê bide bê diyarkriin.
 
Îdianameya di 19'ê cotmehê de hat amdekirin, ji Dadgeha Eslî ya Çinarê re hat pêşkêşkirin. Dadgehê jî got bûyer "bûyer cînsel îstîsmar e" û beryar da ku dosya ji Dadgeha Ceza ya Amedê re bê şandin.
 
Wê baroya Amedê jî tevli bibe
 
Îdanameya ku ji 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hat pêşkêşkirin hat qebûlkirin.  Di daneşîna yekem a dozê de Ahmet B. mazereta xwe pêşkêş kir û tevli daneşînê bebu. Daneşîna duyem a dozê wê li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro bê dîtin. Her wiha li bendê ye ku Navenda Zarokan a Boaroya Amedê jî tevli vê daneşînê bibe.