Sara Aktaş hat tehliyekirin

  • 15:26 20 Kanûn 2017
  • Hiqûq
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Sara Aktaş ya ku di çarçoveya operasonên qirkirina siyasî de di 14'ê hezîranê de hatibû binçavkirin û hatibû girtin ku derbarê wê de heta 17 slan cezayê girtîgehê dihat xwestin hat tehliyekirin.
 
Daneşîna yekem a aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Aktaş ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 14'ê hezîranê de hat binçavkirin û hat girtin ku derbarê wê de bi îdaya "Propagandaya Rêxisitnê kiriye", "Rêxistin damezarandiye" ji 10 sal û 6 mehan heta 17 salan cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin hat dîtin. Daneşîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Di daneşîna ku hat kirin de parêzerê Endamê Meclisa DBP'ê Selahattîn Kaygusuz  ku ji heman dosyê dihat darizandin û yê Sara Aktaş Amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê îdiayên derbarê Selahattîn Kaygusuz de hatin xwendin. Selahatîn piştî îdayên derbarê wî de hatin xwendin axivî û îfadeyên ku berê dabûn dûbere kir û îdayên derbarê xwe de red kirin.
 
'Bi îdayên dijhiqûqî ez girtî me'
 
Piştre Sar Aktaş li dijî îdayên derbarê xwe de parastin kir, Sara got ku 7 mehin li ser îdayên dijhiqûqî di girtîgehê de ye. Sara diyar kir ku ew berê nendama KJA'ya ku bi biryar KHK'ê hat girtin e, xebatên siyasî dane meşandin, duheb pirtûkên wê hene û derbarê mafên jinan de xebat kirin. Saara anî ziman ku ew ji aliyê rayagiştî ve jî tê nasikirin û KJA'yê li lê xebat kiriye jî saziyeke fermî bû.
 
Piştî parastina hat kirin makamê îdiayê derbarê Sara û Selahattîn de daxwaza berdewamiya girtina wan kir. Piştre parêzerên Sara Cîhan Aydin, Kezban Yilmaz û Gulşen Ozbek diyar kirin ku muwekîla wan li ser îdiayên mukerer tê darizandin û daxwaza tehliyeya muwekîla xwe kirin.
 
Doz taloqî 11'ê Nîsana 2018'an hat kirin 
 
Heyeta dadgehê ku piştî parastinê navber da, derbarê Sara û Selahattîn de biryar da ku bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat bên tahliyekirin da. Daneşîn ji bo ku şahidên veşarî bên guhdarîkirin taloqî 11'ê Nîsana 208'an hat kirin.