Leyla Guven bi 3 meh cezayê Girtîgehê hat cezakirin

  • 12:50 19 Kanûn 2017
  • Hiqûq
MARDÎN - Li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi hinceta ku wêneyê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dema bi rêya SEGBÎS'ê îfade da girtiye û li ser medyaya civakî parve kiriye 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Li Hevseroka Kongreya Civakên Deokratîk (KCD) Leyla Guven bi hinceta ku wêneyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Selahattîn Demîrtaş yê dema ji derve de dihat darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tevli doza ku li Mêrdînê jê di 25'ê Mijdara 2016'an de dihat darizandin bû kişand û li ser medya civakî parvekiriye 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Leya ya ku ji ber tevli doza derbarê wê de li 2'emîn Dadgeha Eslî hat dîtin nebû derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn û di 16'ê mijdarê de li Amedê hat binçavkirin û piştî ku îfadeya wê bi talîmatê hat girtin serbest hatibû berdan. Dadgeha ku bi lez û bez darizandin kir derbarê Leyla Guven de bi hinceta sûcê "qeyda deng û qeyda dîmen kiriye" 3 meh cezayê girtîgehê birî û cezayê ku li Leylayê hat birîn jî nehat taloqkirin. 
 
Parêzera Leyla Reyhan Yalçindag diyar kir ku ji ber biryara dadgeha herêmî ne di cih de ye û dij qanûnî ye wan serî li Edliyeyeya Herêmê ya Dîlokê serlêdana Îstînafê kiriye.  Dema ku hukmê dadgeha xwecihî daye bê erêkirin Leyala ya ku cezayê wê nehat taloqkirin wê bigirin girtîgehê.