Helbestên Sarayê ‘Yekitiya dewletê’ asteng kiriye

  • 09:10 18 Kanûn 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED-Serdozgeriya Komarê ya Amedê pirtûka helbestê ya aktîvîsta TJA’yê Sara Aktaş ya girtiye, bi îdiaya ‘yekitiya dewletê asteng kiriye’, delîla sûc hesiband û li dosyaya dozê zêde kir.
 
 Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Aktaş ku di 14’ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hat binçavirin û girtin, pirtûka wê ya helbestan ya ji bo çapkirinê amade bû wek ‘delîla sûc’ hat hesbiandin û li îdianameyê hat zêde kirin. Pirtûka ku 50 helbest tê de hebûn delîlê sûc hat xesibandin.
 
Runiştin di 21’ê Kanûnê de ye
 
Dozgeriyê îdia kir ku di helbestên Gel, Yuregîmdekî Gomut, Ant û înancim de gotinên rêxistnî hene û got helbest ‘netewperestiya Kurd’ derdixe pêş û wiha îdia kir: “Yekitiya Dewleta Komara Tirk asteng dike.”
 
Yekemîn  runiştina doza Sara Aktaş ku bi îdiaya ‘avakirina rêxistin û rêveberinê’ ji 10 salan heta 15 salan , bi îdiaya propaganaya rêxistinê jî ji 6 mehan heta du sal û nîvan cezayê girtîgehê tê xwestin di 21’ê Kanûnê de dê bê dîtin.