Li Edîbe Şahîn 8 sal û 9 meh ceza hat birîn

  • 14:08 15 Kanûn 2017
  • Hiqûq
DÊRSIM - Dêrbarê Şaredara Dêrsimê ya berê Edîbe Şahîn de ji doza ku jê dihat darizandin 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.
 
Derbarê Şaredara Dêrsimê ya berê Edîbe Şahîn ku di navbera salê 2009 û 2014'an de li Dêrsimê şaredartî kiribû bi îdiaya "Propagandaya rêxisitnê kiriye" doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya dozê de ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin de Edîbe ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. Her wiha Parêzerê Edîbeyê û Endamê MYK'a HDP'ê Cevat Konak û Rêberê DBP'ê yê başar jî tevli dozê bûn.  
 
Heyeta Dadgehê li Edîbeyê de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.