Aysel Tugluk nehat tehliyekirin

  • 13:46 15 Kanûn 2017
  • Hiqûq
ENQERE - 3'emîn danişîna doza Cîgira  Hevserokên  HDP'ê Aysel Tugluk li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Aysel dîsa nehat berdan. Dadger biryar da ku di danişînek din de Ayselê li salonê amade be. 
 
3'emîn danişîna doza Cîgira  Hevserokên  HDP'ê Aysel Tugluk li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. 
 
Aysel a neanîn dadgehê dîsa nehat berdan. Dadger biryar da ku di danişînek din de Aysel li salonê amade bibe. Beriya danişîna dozê dest pê bike li der û dorên avahiya edliyê tedbirên mezin hatin girtin. Aysel rapor pêşkêşî dadgehê kir û bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê nebû. Dozger xwest Aysel girtî bê darizandin û girtina wê berdewam bike. 
 
Piştre parêzerê Ayselê Levent Kanat parastin kir û  diyar kir ku ji destpêka darizandinê heta niha tevli danişinan dibe û wiha got: "Heyeta dadgehê pir lez dike. Îdîanameya dozgerê berê û girteka polîsan yek bû. Mutalaya jî wekî fezlekeya polîsan bû. Ji ber vê yekê divê îdianame bê nûkirin û Aysel bê berdan.
 
Prz. Yusuf Alataş jî anî ziman ku dozger di rûniştina yekem de xwestiye biryar bê dayîn, helwesta dozger rexne kir û wiha got: "Hêj muwekila me ne axivî û parêzeran parastin nekir xwest biryar bê dayîn. Ev li dijî pîvanên darizandinê ye. Ev ne darizandinek adîl e. Îdîayên der barê Ayselê de hatine berovajîkirin û mezinkirin. Em dixwazin îdîa ji çavkaniya esasî bên lêkolînkirin û Aysel bê berdan." 
  
Heyeta dadgehê jî piştî navberê daxwaza parêzeran red kir û der barê Ayselê de biryara berdewama girtinê da. Dîsa biryar da ku Aysel di danişîna pêş de tev li danişinê bibe û doz taloqî 16'ê Adara 2018’an kir.