Pinar Aydinlar: Ez bi bedeldayînê serbilind im

  • 09:21 15 Kanûn 2017
  • Hiqûq
STENBOL - Hunermend Pinar Aydinlar ku ji ber axaftineke xwe ya beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê kiriye 10 meh cezayê girtîgehê girt û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin, wiha got: “Ji bo paratina mafên gelan ez bi bedeldayînê serbilind im.”
 
Hunermend Pinar Aydinlar derbarê wê de heta niha gelek lêpirsîn û doz hatin vekirin.  Pinarê ji ber axaftineke xwe ya beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku wê demê namzeta HDP’ê bû, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ceza ji aliyê dadgeha îstînaf ve hat erêkirin û piştî bê teblîgkirin wê Pinar bikeve girtîgehê. Hîna biryareke cezayê ya gihaştiye ber destê Pinarê tune. Pinar a di çarçoveya bernameya konserê de çûye derveyê welat, diyar kir ku ger cezayê wê bê teblîgkirin wê bê Tirkiyeyê û biçe girtîgehê.
 
Pinarê bi lêv kir ku ew hejmara dozên li wê hatine vekirin nizane û ev tişt vegot: “ Ger parastina mafên gel sûc be, ez ê hîna vî sûcî bikim. Ez ji bo mafên gelan ji bedeldayînê serbilind im. Li vî welatî bi hezaran kes di girtîgehê de ne ez jî yek ji wan im. Ji ber em mafdar in ez natirsim.”
 
‘Em ê stranên xwe her tim bêjin’
 
Pinarê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ger bikeve girtîgehê wê bi girtiyan re stranên xwe bêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê stranên xwe berdewam bikin. Ya girîng berdewamkirina berxwedanê ye. Bi hezaran kes di girtîgehê de ne. Çiyê min ji yê wan kêm e. Gel di girtîgehê de ye û ez jî wek hunermenda gel dikarim li girtîgehê bim. Parastina gelekî ne sûc e. Mafekî  demokratîk e.”
 
Ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Murat Aksak jî diyar kir ku Pinarê ji ber jinek û Elewiya hedef tê girtin û lêpirsînên li hemberî Pinarê ji dozên der barê HDP’ê ne cuda ye.
 
Doz û lêpirsînên din yên derbarê Pinarê de hatine vekirin wiha ne:
 
*Li Gurgumê di 2015’an de ji ber piştgirî da berxwedana Elewiyan doz lê hat vekirin.
 
*Li Îzmîrê di 2015’an de ji ber axaftina di mîtîngê de bi îdiaya propagandaya rêxistinê 10 meh ceza girt.
 
*Li Îzmîrê di 2015’an de ji ber axaftina hilbijartinê  bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ 6 hezar TL ceza.
 
*Li Dêrsîmê di 2011’an de ji ber axaftina di konserê de doz lê hat vekirin, hîna didome.
 
*Li Dêrsîmê di 2011’ande ji ber axaftina di konserê de 500 TL ceza.