Wezaretê Cizîr dîsa înkar kir: Sîvîl hatin tehliyekirin, ambulans amade bûn

  • 09:11 15 Kanûn 2017
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Malbata welatiyekî di dema ‘qedexeyên derketina derve’ ya li Cizîrê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza tazmînata madî û manevî serlêdana sûc kir. Wezareta Karê Hundir jî nivîseke ku daxwazên malbatê red dike, ji Serokatiya Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Mêrdînê re şand. 
 
Wezaretê di nivîsa ku şand de sivîlên hewl dabûn bi alên spî derkevin tune hesiband û îda kir ku xebatkarên tenduristiyê li navçeyê amade bûne.
Di qedexeya derketina derve ya du sal berê li Cizîra Şirnexê hat îlankirin de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dabûn zarok, pîr û kal hebûn û piranî bi çekan hatin qetilkirin. Piraniya serlêdanên sûc ên li dijî qetilkirinê hatin kirin jî bê encam man. 33 dosya bi hinceta parastina rewa a polîs û leşkeran hat girtin. Malbata welatiyekî di dema ‘qedexeyên derketina derve’ ya li Cizîrê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza tazmînata madî û manevî serlêdana sûc kir.
 
Malbatan bi hevkariya parêzerên xwe serî li Serokatiya Dadgeha îdarî ya Yekemîn a Mêrdîne da û piştre xwest doza tazmînatê vebike. Lê Wezareta Karê Hundir nivîsek şand ji dadgehê re û bi vê nîvîsê careke din derket holê ku dixwazin ser bûyerên di dema qedexeyê de hatine jiyîn bigirin.
 
Di nivîsa ji aliyê Wezara Karê Hundir ve hatiye nivîsî de hat gotin ku li navçeyê tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de hatine girtin û derbarê bûyera ku segvanan pêk aniye de delîl tune û serlêdan red kir. Wezaretê  yek bi yek bersiv da xalên qusura xizmetê ya di serlêdana malbatê û pereyê tezmînatê yê hat xwestin jî bi gotina ‘ Tezmînat ne alava dewlemendiyê ye’ û red kir.
 
Her wiha wezaretê di nivîsê de îda kir ku kesên ku gule berdaye ne diyar e lê endamê BTO’yê ye. Her wiha wezaretê dîsa di nivîsê de îdia kir ku 43 hezar û 860 kes bi awayekî ewle hatiye tahliyekirin û li navçeyê ambulans dipan.