Cerdevanê gund li dijî 8 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî

  • 09:06 14 Kanûn 2017
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Mêrê bi navê S.D ku li gundê Sîlopyayê cerdevanî dkir, derket holê ku li dijî 8 zarokan îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Piştî bûyer derket holê şûnde S.D hat girtin.
 
Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê li gundekî mêrê bi navê S.D ku cerdevanî dikir, derket holê ku li dijî 8 zarokan îstîmara zayendî pêk aniye. Zarokek ku rastî îstîsmarê hatibû, tiştên hatibûn serê wê ji mamosteya rehberê ya dibistanê re vegot û piştre bûyer derket holê. Piştî vê yekê derket holê ku zarok di navbera salên 2014 û 2017’an de rastî îstîmara zayendî ya heman kesî hatine. Rêveberiya dibistanê û malbatan serlêdana sûc kirin û li ser vê li gel psîkolog îfadeya zarokan û mamosteya rehberê hat girtin. S.D yê hat binçavkirin got ew cerdevaniyê dike û îdia kir ku divê îfadeya zarokan esas neyê girtin.  Psîkolog û mamosteyê da zanîn ku îfadeyên zarokan rastin û bûyera îstîsmarê bi daneyên teqez pêk hatine. Piştî îdianame hat amadekirin dozgeriyê biryara girtina S.D da.
 
35 xwendekar rastî îstîsmara zayendî hatibûn
 
Li aliyê din di 10 mehan de 38 zarok ji aliyê cerdevan an jî kesên têkiliya wan bi cerdevanan heye, rastî îstîsmara zayendî hatibûn. Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di 30’ê Adara 2017’an de li Dibistana Seretayî ya Goktaşê Ş.Y yê li dibistanê xizmeta paqijiyê dikir 35 xwendekar îstîsmar kiribû. Piştî bûyer derket holê Ş.Y hat girtin û derket holê ku cenderme û midûrê dibistanê ji bo bûyer dernekeve holê mamoste tehdîd kirine.
 
Di 6’ê Qanûnê de jî li Çewlîkê jê du kes cerdewan, 4 kesî zarokek astengdar îstîsmar kiribû. Piştî bûyer hat bihîstin gumanbar hatibûn girtin.
 
Li Wanê du zarok rastî îstîsmarê hatibûn
 
Li Wanê jî di 15’ê Qanûna 2016’an de cerdevanê gundê yê bi navê T.G du zarokên astengdar îstîsmar kiribû. Her du zarok xwişkên hev bûn û yek li dibistanê ji ser hişê xwe çûbû. Li nexweşxanê derket holê ku ducanî ye. Piştî bûyerê polîs xwişka din a 10 salî anî nexweşxanê û derket holê ku ew jî rastî îstîsmarê hatiye. Cerdevanê 40 salî yê bi zarokan re li heman taxê dijiya, hat girtin.