Têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê: Dosyayên hatin girtin û biryara bêşopandinê

  • 09:03 14 Kanûn 2017
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve û komkujiya li Cizîrê de du sal derbas bû. Derbarê komkujiyê de gelek dosya bi gotina ‘ne li gorî hiqûqê ye’ bi biryara bêşopandinê bi encam bû. Parêzer Newroz Uysal a derbarê bodrumên Cizîrê de pêvajoya hiqûqî dişopîne, got: “Heta niha derbarê 38 dosyayan biryara bêşopandinê hatin dayîn. Ne ji bo darizandina berpirsan, ji bo dosya bên girtin hewl didin.” 
 
Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya Şinerxê de du sal derbas bû. Derbarê welatiyên di bodruman de hatin qetilkirin de hemû serlêdanên sûc ên li Serdozgeriya Komarê hatiye kirin jî bi bêşopandinê bi encam bû.
 
Dozgeriyê ji bo ji 20’î zêdetir welatiyên di sê bodruman de hatiye qetilkirin îdia kir ku ‘endamên rêxistinê ne’.
 
Parêzer Newroz Uysal derbarê têkoşîna hiqûqî ya derbarê pêvajoya ‘bodruman’ de  axivî.
 
‘Operasyon hincet hat nîşandan’
 
Newrozê diyar kir ku dewletê di 2016’ande hiqûq kiriye alava operasyonan û wiha pê de çû: “ Di bin navê qedexeya derketina derve de dijhiqûqiyek mezin hat jiyîn. Di vê pêvajoyê de yek ji cihê herî zêde bi bandor bû Cizîr bû.”
 
‘Cîhan ker û lal ma’
 
Newrozê daxuyakirin ku ji 14’ê Qanûnê heta 24’ê Çileyê bûne şahidên mirinên yek bi yek û got di vê pêvajoyê de zarok, bebek, pîr û kal hatine qetilkirin û piştî 24’ê Çileyê pêvajoya bodruman dest pê kiriye.
 
Newrozê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo welatiyên di bodruman de bên xilaskirin, hemû rayagiştî ya cîhanê hat agahdarkirin. Lê mixabin tevî hemû hewldanan siyaseta cîhanê ker û lal ma. Di sê bodruman de mirov hatin qetikirin. Me wek hiqûqnasan serî li Dadgeha Desura Bingehîn û DMME’ê da. Lê serlêdan hatin redkirin. Li Tirkiyeyê jî Dadgeha Destûra Bingehîn xwe kir şûna dewletê û serlêdanên me yên tedbîrê red kir. DMME’ê hinek serlêdanên tedbîrê qebûl kir lê piranî kesên daxwaza tedbîra wan hat qebûlkirin jiyana xwe ji dest dan. Ji van Cîhan Karaman, Orhan Tunç jiyana xwe ji dest dan û Hêlîn Oncu hat xilaskirin. Derbarê rewşê de me dadgeh nedît.”
 
‘Malbatên cenaze negirtine hene’ 
 
Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hat gotin ku 300 kesî jiyana xwe ji dest dane. Em heta niha dizanin ku 250 malbatî cenazeyên xwe girtine. 14 malbatên hîna cenazeyên xwe negirtine hene. Heta niha dozgeriyê beyî bûyerên mirinê lêkolîn bike dibêje ‘Mirinek li gor hiqûqê ye. Ji ber bi hêzên ewlehiyê re ketine pevçûnê’ û 38 dosya girt. Piranî serlêdanên me hatin redkirin.”