Doza Berkîn Elvan dest pê kir

  • 12:52 13 Kanûn 2017
  • Hiqûq
STENBOL - Di dema bûyerên Geziyê de polîsan bombeyên gazê avêtibûn û Berkîn Elvan qetil kiribûn. Doza der barê bûyerê de dest pê kir. 
 
Li Okmeydaniya Stenbolê di 16'ê Hezîranê 2013'an de bûyerên Geziyê qewimî bûn û polîsan piştî bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir, bombe li serê zarokê bi navê Berkîn Elvan ket û piştî 269 rojan di beşa lezgîn de hat girtin, jiyana xwe ji dest da. 4'emîn rûniştina dozê li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Welatiyên ji bo dozê bişopînin hatin danaşînê, li nêzî edliyeyê di kontrola GBT'ê re hatin derbaskirinderbas kirin. 
 
Ji bo doza ku hat destpêkirin polîsê bersûc Fatîh Dalgali yê bê girtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê ji Wanê beşdarî dozê bû, malabta Elvan û gelek parêzer li danişînê amade bûn. Piştî heyet derbasî cihe xwe bû rûniştinê dest pê kir, dîmenên TUBÎTAK'ê şandibûn li dosyayê hatin zêdekirin.