Li mêrê ku jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû hişt 7 sal ceza hat birîn

  • 10:13 13 Kanûn 2017
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ingilistanê mêrê ku hevjîna xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hişt bi 7 sla cezayê girtîgehê hat cezakirin.
 
Li Nêzî payitextê Ingilistanê Londonê li Readîngê jinek bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin.  Jina ku çû gilî kir navê mêrê ku êîrîşî wê kiribû nizanibû. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat kirin de di encma testa DNA'yê ku hat kirin de hat diyarkirin ku jina bi êrîşê re rûbi rû maye di bin zextan de bi têkiliya zayendî re rûbirû hatiye hiştin û hat tespîtkirin ku mêrê êrîşî wê kiriye jî hevjînê wê ye.
 
Piştre jina bi êrîşê re rûbirû hat hiştin li hevjînê xwe doz vekir. Di daneşîna doza ku duh bi encam bû de li mêrê êrîşkar 7 sal cezayê girtîgehê hat birîn û têkiliya wî ya bi hevjîna wî re  jî hat qedexekirin.