Di lêpirsîna Ekîn Wan de ev du sal in pêşketin tuneye

  • 09:22 13 Kanûn 2017
  • Hiqûq
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Li Gimgima Muşê di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûna hatibû jiyîn de endama YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşîrkirin, wêneyên aydê wê di çapemeniya civakî de hatibûn weşandin. Piştî vê lêpirsîna hatibû destpêkirin ev du sal in didome û tu pêşketin jî tuneye.
 
Li Gimgima Muşê di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûna hatibû jiyîn de endama YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşîrkirin, wêneyên aydê wê di çapemeniya civakî de hatibûn weşandin. Piştî vê lêpirsîna hatibû destpêkirin ev du sal in lêpirsîn didome û tu pêşketin jî tuneye. Rêxistinên jinan diyar kirin ku îşkenceya li bedena Ekîn Wan hatiye kirin îdeolojîk e. Dîmenên ku wek êrîşa zîhniyeta mêr-dewletê ya li dijî nasnameya jinê hat dîtin, rastî bertekên mezin hatibûn.
 
Walîtiyê dabû bihîstin
 
Piştî hewldana mezin a rêxistinên jinan, Walîtiya Muşê di 16’ê Tebaxê de  li ser malpera înternetê daxuyaniyek nivîskî da û  gotibû hatiye tespîtkirin ku wêneyek wisa di çapemeniyê de hatiye weşandin û derbarê kesên wêne weşandine de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tevlî ku di ser daxuyaniyê de du sal derbas bûye jî hîna tiştek nehatiye kirin.
 
TCK dibêje wê bê cezakirin lê…
 
Di encama wekaleta birayê Ekînê de birayê wê Abdullah Elturk de di 17’ê Tebaxa 2015’an de parêzer Ayla Akat Ata, Gulşen Ozbek, Cuneyt Canîş, Kadîr Karaçelîk û Tarik Guneş li Serdozgeriya Komarê ya Muşê gilî kirin. Di serlêdana sûc de tê gotin ku ev sûc di çarçoveya xala 130’emîn a Qanûna Cezaya Tirk de ji 3 mehan heta 2 salan tê cezakirin û daxwaza darizandina berpirsan hatibû kirin.
 
Di dosya lêpirsînê de hatibû gotin ku li gorî şahidan cenaze bi erdê re hatiye kaşkirin û îşkence lê hatiye kirin.
 
Parêzer Gulşen Ozbek derbarê rewşê de nirxandin kir û wiha got: “Gumana înfaza Ekînê mijara gotinê bû jixwe. Ligel vê bedena wê jî hat teşîrkirin. Ji bo ev rewş bê lêpirsînkirin me ji Serdozgeriya Komarê ya Muşê du daxwaz kirin. Ya yekem kî tevlî operasyonê bûye bê tespîtkirin, ya duyem jî  tespîtkirina kesên bedena wê teşîr kirine.”
 
Gulşenê bi lêv kir ku tevlî ku di navberê de du sal debas bûye jî tu pêşketin tuneye û got ev jî bi fikar e. Gulşenê anî ziman ku dixwazin ser bûyerê bigirin.