10 meh derbas bû lê di dosya xwişk û birayê wê de pêşveçûn tuneye

  • 09:22 11 Kanûn 2017
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Nisêbînê  piştî pevçûnên hatin jiyîn Havîn Guneş a 3 salî û Fatîh Guneş ê 5 salî dema li baxçeyê mala xwe dilîstin ji ber teqîna cîsmeke ku nayê zanîn ji ku hatiye  jiyana xwe ji dest dan. Dosyaya derbarê wan de hatiye vekirin tevlî 10 meh derbas bûye jî hîna tu pêşketin tuneye.
 
Di 30’ê Adarê de  li Nisêbînê  piştî pevçûnên hatin jiyîn Havîn Guneş a 3 salî û Fatîh Guneş ê 5 salî dema li baxçeyê mala xwe dilîstin ji ber teqîna cîsmeke ku nayê zanîn ji ku hatiye,  jiyana xwe ji dest dan. Dosyaya derbarê wan de hatiye vekirin tevlî 10 meh derbas bûye jî hîna tu pêşketin tuneye.
 
Di dosya hatiye vekirin de ji bilî raporên otopsiyê tiştek nehat bicihkirin. Tevlî ku di ser bûyerê de gelek dem derbas bûye jî dosya lêpirsînê nehatiye amadekirin. Dozgerê li dosyayê mêze dike jî gotiye ‘Gelek kar heye em nikarin lê binêrin’. 
 
‘Piştî bûyerê em carek din derbasî wir nebûn’
 
Malbatê derbarê bûyera li baxçeyê mala wan pêk hatiye axivîn û got agahiyên di çapemeniyê de derketine şaş in û bûyer ne li kolanê li hewşa mala wan pêk hatiye. Meta Havîn û Fatîh wiha got: " Bûyer li baxçe pêk hat. Her tişt di sê deqeyan de çêbû. Me fêm nekir çibû. Çûn baxçe û 3 deqe şûnde deng hat. Parçeyê zarokan li her derê belav bûbû. Xwîna wan li her derê belav bûbû. Bûyer ne li kolanê li baxçe pêk hat. Piştî bûyerê em derbasî wî alî nebûn. Me rê bi keviran girt."
 
‘Divê edelet cihê xwe bigire’
 
Dayik Derya Ozer Guneş jî bi lêv kir ku çi dibe bila bibe divê sûcdar bên dîtin û got: “ Ji canê min can çû. Lê sûcdar nehatin dîtin. Ne dosya hatiye amadekirin ne sûcdar hatine dîtin. Em dixwazin sûcdar bên dîtin. Li her derê qerekol û kamera heye. Bila li wan binêrin. Tiştekî bibînin. Gelo êşek wisa çima bi dayikan didin jiyîn. Bila sûcdar bên dîtin edelet cihê xwe bibîne.”