Ceza li parastina bi Kurdî hat birîn

  • 09:55 8 Kanûn 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
MUŞ - Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê  li hevseroka berê ya Muşê a DBP’ê Nursel Yîgît ji doza girtî dihat darizandin 10 sal û 7 meh ceza birî û bi hinceta bi Kurdî parastina xwe kiriye ceza danexist.
 
Hevseroka DBP’ê ya Muşê Nursel Yîgît ji ber faliyetên siyasî, meşên tevlî bûye, daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirinên di çapemeniya civakî de  di 14’ê Qanûna 2016’an de hatibû girtin. Serdozgeriya Komarê ya Muşê derbarê Nursel a ku dayika du zarokan e û li girtîgeha Tarsûsê girtî ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ ji 8 salan heta 20 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê îdianame amade kir. Nurselê di rûniştina yekemîn a li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muşê xwest bi zimanê dayika xwe 'Kurdî' parastinê bike lê bi hinceta wergervan tuneye daxwaza wê hat redkirin.
 
Nûrselê piştre xwest bi Kurdî parastinê bike û daxwaza wê dîsa hat redkirin. Ji ber vê neçar ma parastina xwe bi Tirkî bike. Nurselê di rûniştina dawî ya 26’ê Cotmehê de pêk hat bi Kurdî parastin kir û got: “ Min di jiyana xwe de tiştekî ku zirarê bide kesekî nekiriye’ û daxwaza berata xwe kir.  Dadgeha ku biryara xwe aşkera kir derbarê Nurselê de ji du sûcan bi giştî 10 sal û 7 meh û 15 rojan cezayê girtîgehê da û biryara berdewamkirina girtina wê da.
 
Parastina bi Kurdî sûc e
 
Bi hinceta Nurselê mafê xwe yê parastinê ‘bi zimanê dayikê parastin’ bikar anî di cezayê lê hatiye birîn de ji daxistina di xala 62’emîn a TCK’ê de fêde nekir.
Her wiha bi îdiya propagandaya rêxistinê kiriye 3 sal mehek û 15 roj ceza girt û bi hinceta ‘di parvekirinên kiriye de poşman nebûye’ ceza danexistin.
 
Ji ber faliyetên partiya siyasî hat darizandin
 
Parêzerê Nûrselê, Şeyhmus Bayhan biryara dadgehê nirxand û diyar kir ku biryara dadgehê û nirxandinên wan ên di biryara bi hincet de skandala hiqûqî ye û got ji ber bi Kurdî parastina xwe kiriye di ceza de daxistin nekirine û got ev jî li dij hiqûqê ye. Şeyhmus bi lêv kir ku muvekîla wê ji ber faaliyetên partiya siyasî hatiye darizandin û cezakirin.
 
Her wiha da zanîn ku wan li dijî biryarê li Dadgeha Îstînaf (herêmê) îtîraz kirine.