Dozger ji bo kujerê ku Hudayê qetilkirin tahliye xwest

  • 15:33 7 Kanûn 2017
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna doza Huda Nur P. ya ku sala borî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin  dozger ji bo O.F.P. tahliye xwest û malbatê jî giliyê xwe paşve kişand. Heyeta dadgehê jî derbarê O.F.P. de biryara berdewamiya girtinê da û doz taloq kir.
 
Derbarê O.F.P.(17) yê ku sala buhirî di Cejna Qurbanê de  xwişka xwe Huda Nur P. (22) bi demançeyê qetil kir de bi daxwaza cezayê heta bi hetayê û 3 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dayik û bavê Huda Nur giliyê lawê xwe yê ku keça wan qetil kir nekirin û bersûc O.F.P., jî îdia kir ku wî bi şaşî li xwişka xwe daye.
 
Li gorî îdanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amaedê ve hat amadekirin, di 14'ê îlona 2016'an de O.F.P, yê ku diçû mala kalê xwe bi demançê gule li xuşka xwe Huda reşandibûn. Huda ya ku rakirin nexweşxaneyê  di 20'ê îlonê de jiyana 2016'an de jiyana xwe ji dest dabû. O.F.P., jî hatbû girtin û şandibûn girtîgehê. Dozger diyar kir ku O.F.P di dema lêpirsînê de du îfadeyên ku li hev nakin dane û di navbera van îfadeyan de nakokî heye.
 
Piştî bûyerê O.F.P. di îfadeya xwe ya ewil ku da de diyar kir ku demançeya kalê xwe ji bo ku berde nîşanê girtiye û di îfadeya xwe ya ku di 2'yê kanûna 2016'an de da de jî îda kir ku ew ji bo xaçepirsê çêbike li rojnameyê geriyaya ye û piştre jî ji bo ku dema xwe derbas bike çek girtiye û pê gule berdaye. O.F.P., diyer kir ku wî piştî gule berdaye dîtiye ku xuşka wî li erdê ye û hatiye birîndarkirin.
 
Piştî ku îdanameya derbarê O.F.P. de hat qebûlkirin darizandina wî jî hat destpêkirin. Dayik F.P. ya ku îfadeya wê hat girtin diyar kir ku ew li lawê xwe yê keça wê kuştiye girlî nake û OFP. yê bersûc jî îdia kir ku bi şaştî xwişka xwe kuştiye û ne sûcdar e. 
 
Di daneşîna dawîn de dozger biryara ku bersûc bê tahliyekirin da.
 
Heyeta dadegehê jî biryar da ku darizandina bersûc girtî berdewam bike û doz taloq kir.