Mêrê ku li Kadikoyê jinek tacîz kir 3 sal ceza lê hat birîn

  • 13:08 6 Kanûn 2017
  • Hiqûq
STENBOL - Ahmet Y. yê ku li Stenbolê D.Ş bi tacîzê rû bi rû hişt ji aliyê heyeta dadgehê 3 sal ceza lê hat birîn û di cezayê de daxistin û tarloqkirin çê nebû.
 
Ahmet Y. yê ku li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê jina bi navê D.Ş û 34 salî tacîz kir, 3 sal ceza lê hat birîn. Piştî tacîza ku di 19'ê Mijdara 2016'an de hat jiyîn Dozgeriya Komara Anadoliyê lêpirsîn dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de dozgeriyê derbarê Ahmet Y. de bi sûcê "Êrîşa sivik a zayendî" ji 2 salan heta 7 salan doza girtîgehê vekir. 
 
Ahmet Y. beşdarî rûniştina ku li 15'emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê nebû lê D.Ş bi parêzerê xwe beşdarî rûniştinê bû. Dadgehê 3 sal ceza li Ahmet Y. birî. Di ceza de daxistin û tarloq nehat kirin.