Rûniştina akademisyenan hat tarloqkirin

  • 15:28 5 Kanûn 2017
  • Hiqûq
STENBOL - 1'emîn danişîna doza  10 akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn, li Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza akademîsyenan a beraetê red kir. 
 
Yekemîn danişîna doza 10 akademîsyenên ku îmze avêt danezana aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî", li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Beriya rûniştina doza 6 akademîsyenên Zaningeha Galatasarayê û 4 akademisyenên Zanîngeha Stenbolê dest pê bike, Akademisyenên Aştiyê li pêş Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Bariş Yarkadaş û Sezgin Tanrikulu, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyigit, Nûnerên Egitim Senê, SES, TTB û KESK'ê amade bûn. Bi dehan akademîsyenên ku xwestin dozê bişopînin û xwestin derbasî salonê bibe, ji ber cih tunebû nikaribûn têkevin hundirê salonê. 
 
Ewil Hîndekarê Zanîngeha Galatasarayê Osman Olcay Kunal parastin kir. Kunal, xwest li gorî xala TCK 301'an bê darizandin û ji bo vê yekê xwest destûr ji Wezareta Dadê bê stendin. Kunal, anî ziman ku wezaretê di darizandina 22'ê Îlona 2017'an de destûr daye ku li gorî xala 301'an bê darizandin. 
 
Prz. Huseyin Ersoz, usula darizandinê ya berî parastina muwekilê xwe itîraz kir. Dozger îtîraza Kunal red kir. 
 
Doz taloqî 12'ê Nîsanê kirin
 
Heyeta dadgehê ji bo parastin bê kirin dem da û doz taloqî 12'ê Nîsanê kir. Dîsa daxwaza Kunal red kir. 
 
Akademîsyenên Zanîngeha Galatasarayê Tuba Akincilar, Hakan Yucel, Aslı Didem Daniş, Başak Demir jî ji bo parastinê dem xwestin. Dozê wan jî taloqî 12'e Nîsanê hatin kirin. 
 
Hîndekarê Zaningeha Galatasarayê Omer Arhan Aygun jî parastin kir û doza wî jî taloqî 12'e Nîsanê hat kirin. 
 
Danişîna doza akademisyena Zanîngeha Stenbol Gizem Bilgin Aytaç, Pedriye Mutlu derketin pêşberî dadger û parastin kirin. Parêzeran xwest dozê tevan di dosyayekê de bê komkirin û xwest derbarê wan de biryara bearetê bê dayîn. Heyeta dadgehê daxwaza beraetê û daxwaza komkirina hemû dozan a di dosyayekê de red kir. Heyetê doz taloqî 12'ê Nîsanê kir.