Bêyî ku Fîgenê xwe biparêze ceza lê hat birîn!

  • 15:02 4 Kanûn 2017
  • Hiqûq
MÊRSÎN - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber ku di sala 2015'an de li Mêrsînê axaftinek kiribû, salek û 15 roj cezayê girtîgehê lê birîn.
 
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber axaftinên wê yên berê ceza lê hat birîn. HDP ya Mêrsînê di sala 2015'an de konserek saz kiribû û Yuksekdag li wir axaftinek kiribû. Bi îdiaya "Neteweya tirk, dewleta komarê, sazî û dezgehên dewletê piçûk xistiye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê doz lê hatibû vekirin. Rûniştina ku hat dîtin, ji ber ku Yuksekdag nexwest bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bibe, parêzerê wê amade bû.
 
Parêzer Mehdî Zana Akkaya mafê axaftinê girt û ev mutalaaya dadgehê qebûl nekir û aşkera kir ku Yuksekdag di kongreyê de axaftinek polîtîk û rojane kiriye. Mehdî Zana Akkaya, piştrast kir ku ev axaftin li meclisê jî hatiye kirin û piştrast kir ku ev ne sûc e.
 
'Bi hinceta propagandayê salek û 15 roj ceza hat birîn'
 
Ji ber ku Fîgenê bi rêya SEGBÎS'ê îfade red kir, heyeta dadgehê parastina dawî jî ji Fîgenê negirt û îdiaya "Propaganda kiriye" salek û 15 roj ceza lê birîn.