Li ser îfadeya şahidê veşarî: Nevîn bi rêveberiya YPS-JIN’ê tê sûcdarkirin

  • 09:17 30 Mijdar 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
ŞIRNEX - Îdanameya derbarê Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun de ku girtî tê darizandi, 15 meh şûnde hat amadekirin. û ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Îdianame li ser îfadeyên şahidên veşarî hatiye amadekirin û tê îdiakirin Nevîn rêvebera YPS-JIN’ê ye. 
 
Hevşaredara Hezexê Nevîn Gîrasun di 20’ê îlona 2016’an de ji peywira wê hat durxistin û di 15’ê Tebaxa 2016’an de jî di serdegirtina malan de hat binçavkirin.  Nevîn 9 rojan di bin çavan de ma û hat girtin.  îdianameya derbarê ligel Nevînê 16 kesî hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin.  heyeta dadgehê îdianame bi hinceta têkiliya navbera 16 kesan bê aşkerakirin radestê dozgeriyê kir.  Îdianameya ji aliyê dozgeriyê ve ji nûve hat amadekirin de ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.  îfadeyên şahidên veşarî di îdianameyê de cih digire.
 
CD û pirtûk delîlên sûc hatin hesibandin
 
Di îdianameyê de telefona di serdegirtina malê de hat desteserkirin, afîşa DBP’ê, CD û DVD û bruoşurên şaredariyê  û pirtûk wek delîlên sûc hatin hesibandin.
 
Rêvebera YPS-JIN’ê…
 
Îfadeyên Nevînê yên di bin çavan de jî di îdianameyê de cih girt. Nevînê hemû îdia redkirin.  Şahidên veşarî yên bi navê Z.T, Dolunay, Hîlal, Turkuaz, Bulut jî îdia kirin ku Nevînê alîkarî daye rêxistinê.  Dîsa li gorî îfadeyên şahidên veşarî Nevîn yek ji rêveberên bilind yên YPS JIN’ê ye.  dozgeriya îdia nirxand îdia kir ku Nevîn rêvebera rêxistinê ye.
 
Der barê Nevînê de du caran bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ ji 10 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Nevîn di salekê surgunê çar girtîgehan jî hatibû kirin. runiştina Nevînê di 21’ê Qanûnê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin.