Ji bo Fîgen Yuksekdag ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê

  • 09:26 26 Mijdar 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED- Parlamentera HDP’ê ya Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin, bi hinceta di dema binçavan de parastin kiriye der barê wêde bi daxwaza ji salekê heta 5 salan doz hat vekirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin, bi hinceta di dema binçavan de parastin kiriye der barê wêde bi daxwaza ji salekê heta 5 salan doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê parastina ku Fîgenê kiriye di çarçoveya xala 301’emîn a qanûna 5237 a TCK’ê de bi hinceta sûcê ‘netewa tirk, dewleta komara tirk, saziya dewletê biçûk xistiye’ di 19’ê Çileyê 2017’an de fezleke amade kiribû.
 
Dozgeriyê di fezlekeya amade kiriye de ji Wezareta Edeletê daxwaza destura lêpirsînê daxwaz kir.  Wezaretê di 3’ê Nîsana 2017’an de der barê Fîgenê de daxwaza vekirina lêpirsînê xwest. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di lêpirsîna ku da dest pêkirin de îdiame temam kir. Îdianame ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê ya Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Di îdianameyê de bi berfirehî cih dane îfadeya Fîgenê ya di 5’ê Mijdara 2016’an.  Fîgenê di îfadeya xwe de diyar kiriye ku operasyona li dijî wê û parlamenterên din yên HDP’ê ne hiqûqî ye û wiha gotiye: “Ez desturê nadim bêrêzdarî li dijî îradeya gel pêk bê. Ez ti car ji hesabdayîna li dijî daraza bêalî xwe nadim alî.  Ti hesabê min ê ku ez nikarim bidim  tine ye. Li welatê me daraz di bin lingan de ye. lê ez ti car qebûl nakim ku bibim kirdeya daraza siyasî. Ez qebûl nakim ku li daraza şanoyê bibim fîguran.”
 
Yekemîn runiştina Fîgenê ya ji bo wê ji salekê heta 5 salan ceza tê xwestin, di 22’ê Adarê de li 12’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê wê bê dîtin.