Ji bo mêrê îstîsmara zayendî pêk anî 36 sal ceza

  • 09:33 25 Mijdar 2017
  • Hiqûq
AMED - Li Amedê mêrê bi navê Ahmet D. yê li 4 xwendekaran îstîsmara zayendî kir, 36 sal cezayê girtîgehê girt.
 
Li Amedê  mêrê bi navê Ahmet D. yê 25 salî ku li 4 xwendekarên temenê wan 7 bû îstîsmara zayendî kir, runiştina doza wî li 1'emim  Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.  Ahmet D. yê ku di runiştinê de bi 48 sal ceza hat darizandin, Parêzerê Midûriyeta Navendê ya Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Amedê Remzî Atalay û parêzerên mexduran tevlî bûn. Dadgehê der barê gumanbar Ahmet D. de ji sûcê li dijî zarokekê de berat da.  ji bo sê zarokên din jî cuda cuda 12 sal ceza da. Bi giştî 36 sal ceza dan gumanbar Ahmet D.
 
Çi bibû?
 
Di 2016’an de malbatek zarokekê ji bo rewşa zarokê we bipirse çibû dibistanê û di polê de dîtibû ku gumanbar Ahmet D. zarokekî îstîsmar dike. Malbatê rewş ji îdareya dibistanê re got û li ser vê der barê Ahmet de gilî hat kirin. lêpirsîn hat destpêkirin û dozgeriyê îfadeya malbat û xwendekaran girt. Di 11’ê Gulana 2016’an de Ahmet D. hat girtin.