Parêzera Nuriye û Semîh: Gelek mudaxale li ser dosyayê hene

  • 09:40 22 Mijdar 2017
  • Hiqûq
 
ENQERE - Akademîsyen Nuriye Gulmen a di roja 260’emîn a greva birçîbûnê de rûniştina wê ya çaremîn pêk hat, nehat tahliyekirin. Parêzer Aytul Kaplanê diyar kir ku zêde mudaxaleyê dosyayê tê kirin û wiha got: “Li dadgehê qaşo şahidekî nû derxistin holê. Bêyî van guhdar bikin mutala tê amadekirin. Ev mutala li gorî îfadeyên du şahidan tê amadekirin. Weke ku ji bo pêvajo bi dawî bibe zext li heyetê tê kirin.”
 
Çaremîn rûniştina doza akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça li salona Kampusa girtîgeha Sîncanê hatibû dîtin. Nuriye di rûniştina çaremîn de dîsa nehat tahliyekirin û dozgeriyê ji bo herdu hîndekaran ceza xwest. Parêzer Aytul Kaplanê derbarê mijarê de nirxandin kir û got heyeta dadgehê nikarî li salona ku bixwaze jî rûniştinê pêk bîne.
 
Aytulê bi lêv kir ku di biryarên navberê de hewl dane niyeta desthilatdariyê û heyeta dadgehê fêm bikin û got: “Ji bo dosyayê gelek mudaxale hene. Heyeta dadgehê dema rojên runiştinê diyar dikin jî wekî ku însiyatîfa wan tunebe tev digerin.”
 
‘Qaşo şahidekî nû avêtine holê’
 
Aytulê da xuyakirin ku dozger mutala berê amade kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li vê dadgehê yekem car Nuriye guhdar dikirin. Li dadgehê qaşo şahidekî nû avêtin holê.  Bêyî wan guhdar bikin mutalayê amade dikin. Ev mutala li ser îfadeyên du şahidan tê amadekirin. Wekî ku pêvajo demildest bi dawî bibe, zext li heyetê tê kirin.”