Leyla Guven: Ez li pişt axaftinên xwe me

  • 15:44 14 Mijdar 2017
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji ber axaftinên kirine ji bo 35 sal ceza tê xwestin, di parastina xwe de diyar kir ku ewli pit hemû axaftinê xwe yên heta roja îro kirine ye. Leyla diyar kir ku pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî û bi qedexeyan nayê çareserkrin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Çareseriya bingehîn hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye."
 
Daneşîna 1'emîn a doza derbarê Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven û derbarê endamê DÎAY - DER'a ku bi biryara KHK'ê hat girtin  Abdulbarî Tiryakî de ku ji ber axaftinên wan ên derbarê qedexeya derketina kolanan û binpêkirina mafan de di 2016 -2017'an de kiribûn ku bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kirine hatibû vekirin hat dîtin. Di daneşîana ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin de derbarê Leyla Guven de bi îdiaya ku 7 caran "propagandaya rêxisitnê" kiriye ji 7 salan heta 35 salan cezayê girtîgehê hat xwestin û ji bo Abdulbarî jî ji ber carekê "Propagandaya rêxistinê" kiriye ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
 
Leyla û parêzerên xwe tevli daneşîna dozê ya 1'emîn bûn. Piştî ku nasname hatin tespîtkirin û qebûlkirina îdianameyê hat xwendin Abdulbarî parastina xwe kir. Abdulbarî sûcdariyên derbarê wî de hatin kirin red kir. Piştî Ebdulbarî parêzera wî Çîgdem Ertek mafê axafitnê girt û got ku parastina muwekîlê wê bi kurdî kiriye kêm û şaş hatiye wergerkirin û daxwaz kir ku axaftin ji kesê zana re bê şandin.
  
'Pirsgirêka kurd nikare ji nedîtîve bê dîtin'
 
Hevseroka KCDê Leyla Guven jî bi kurdî parastin kir û wiha got: "25 salin siyasetê dikim. Niha Hevseroka KCD'ê me. Hemû axaftinên ku min kirine min wekî Hevseroka KCD'ê kirine. Ez polîtîkayên AKP'ê rexne dikim. Ji ber ku ez mualif im. PKK 29'emîn îsyana gelê kurd e. Ev rastî ye. Pirsgirêka kurd rastî ye û nikare ji nedîtî ve bê dîtin. Kes nikare bêje pirsgirêka kurd tune ye. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi riya demokrasî û siyasetê çareser bibe. Hemû axaftinên min kirine tev bi kurdî ne. Dema axaftina min wergerî tirkî kirine hin şaşî hatine kirin. Hemû tiştê min gotiye ez wan diparêzim. Navê Kurdistanê Kurdistanê navê erdnîgariyê ye. Di qanûna bingehîn a Tirkiye ya 1921'an de jî derbas dibe. Komara Tirkiye gotiye 'Kurdistan û Lazistan rastî ye' 
Navê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Navê Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, derbas dibe. Bi Sêvê re 5 salan di girtîgehe de mam. Ez bi axaftina têkildarî wan serbilind im. 
 
Çi Kadîr Topbaş ji ber gotina 'xwesr' nehat darizandin?
 
Leyla bertek nîşanî her axafitna ku têre ji ber "Kurdistan" derbars dibe wekî sûc hatiye dîtin nîşan da û got ku Kurdistan navekî cografîk e. Leyla bi bîr xist ku di qanûna bingehîn a 1921'ê de jî navê Kurdistan derbas dibe û bal kişand ser  gotina serokomarê tirkiyeyê ya ku got,'kurdistan rastiyeke, Lazikîstan rastiyeke'. Leyla ya ku ji ber operasyonên leşkerî rexnekirin tê darizandin wiha got: "Bi operasyonan pirsgirêka kurd nikare bê çareserkirin kesê ku dibêje 'me bi hezaran opaerasyon kir Mehemet Agar e' lê dîsa jî çareserî pêk nehatiye. Çareserî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye."
 
Pitre  parêzerên Leyla Reyhan Yalçindag Baydemîr  û Şivan Cemîl Ozen parastin kirin û diyar kirin ku ew tercûmaniya ku polîsan ji bo axaftinê Leylayê kirin qebûl nakin.
 
 Heyeta dadgehê ji bo axaftinên Leyala û Abdulbakî yên kurdî bên wergerkirin biryar da ku qeydên axaftinan bişînin ji beşa Kurdolojî ya Zaningeha Dicleyê re. Heyetê doz taloqî Meha Adarê kir.