Ji Fîgen Yuksekdag re 10 sal ceza hat xwestin

  • 13:41 10 Mijdar 2017
  • Hiqûq
AMED - Dozger der barê Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag de ku girtî tê darizandin bi sedema di kongreya HDP'ê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye vekirin û di sala 2014'an de li Lîcê tev li cenazeyê welatiyekî bû bi daxwaza heta 10 salan cezayê girtîgehê doz vekir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka  HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag de bi sedema di kongreya HDP'ê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekiriye û li Licê tevli merasima cenazeyê ku leşkeran kuştibû bûye doz vekir. Dozger bi îdîaya Fîgen “Propaganda rêxistinê kiriye" 2 dozên cuda vekir û heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest. Doz li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin qebûl kirin. Dozger ji 2 salan heta 10 salan ji Yuksekdag re ceza dixwaze. Dozger di îdîanameya ewil de bi sedema tevli merasima cenazeyê Mehdîn Taşkin ê di gulebarana leşkerên dema Peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) ê li Şehîdgeha "Şehît Amed û Şehit Hevidar" hatibû çikilandin xera kirin de kuştin, bûye doz vekir. 
 
Dozger îdia kir ku di Lênûska "Herema Şehid Kendal Goristana Şehidi Amed Lenuska Serhildêran a LICE" nivîsa “Ez li ber biranina rêheval Mehdîn ê dema şehîd diparastin gihişt şehadetê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Wî dema sîmgeya jiyan û parazvanên aştiya gelan diparast nemir bû. Em ê bi alawî bêtir jiyanê biparêzin" propaganda kiriye. Herwiha dozger îdia kir ku bi tevlêbûna merasima cenazeyê Mehdin Taşkın Fîgenê propaganda rêxistinê kiriye." 
 
Dozger di îdîanameya duyemîn de jî bi sedema ku di 2'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku Fîgenê wekî hevserok hat hilbijartin de Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta "Xweseriya Demokratîk" hatiye vekirin û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. 
 
Dozger, nameya kesê bi navê Arda Can Çelik ê ji serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re nivîsandiye û îdia kiriye ku Di 24'ê Çileya 2016'an de di 2'emîn kongreya HDP'ê de propaganda rêxistinê kiriye esas girt û doz vekir.
 
Piştî heyeta dadgehê îdianame qebûl kir doz hat vekirin. Roja darizandina Fîgenê wê di rojên pêş de bê diyarkirin.