Li Dêrsimê ji 3 jinên girtî 1 jê hat tahliyekirin

  • 11:06 10 Mijdar 2017
  • Hiqûq
DÊRSIM -Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê hat kirin 10 xebatkarên şaredariyê ku di nav wan de 3 jin jî hebûn hatibûn girtin.  Didaneşîna doza ku derbarê van kesan de hatibû vekirin de 5 kesên ku di nav wan de Berna Çelebî jî hebû hatin tahiliyekirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hat destpêkirin de, daneşîna yekem a doza ku Nazli Çelîk û Berna Çelebî yên ku ev 9 meh bûn gîrtîbûn li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin. Daneşîna ku hat kirin ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Endamê Lijneya Rêveberiyê ya HDP'a Dêrsimê, rêveberên ÎHD'ê û gelek jinan ve hat şopandin. Jinên ku ji Girtîgeha Xerpêtê ya Tîpa T bi riya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi zaravayê kirmançkî parastina xwe bikin lê ji ber polîtîkayên asîmîlasonê yên li herêmê ew nikarin bi vî zimanî wekî ku dixwazin xwe îfade bikin.
 
Ayten a ku li Şaredariya Dêrsimê li Muduryeta Xizmetguzariya  Jin û Malatê dixebitî di parastina xwe ya ku li dijî sûcdarkirina bi hinceta  tevli cenazeyê PKK'yian bûye kir de wiha got: " Min êşek parvekir. Ev rewşeke exlaqî ye. Ji ber ku Dêrsim cihekî biçûk e dema ku mirov tevli merasîmekê nebe û êşa kesan parve neke şaş tê famkirin." 
 
Nazli Çelîk a ku li pirtûkxaneya şaredariyê dixebtî ku di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin jî pirtûk û lîsteya kesan ên li mala wê ahtin dîtin wekî delîlên sûc di dosyayê de hatin bicihkirin. Parêzerê Nazliyê Dogukan Kudat diyar kir ku Îfadeya Alî Ekdî yê ku berî bi 2 salan li Xozatê bi îdiaya PKK'yî ye hat girtin ku derbarê Nazliyê de da  divê ku esas neyê girtin û Dogukan got ku Alî ev îfade di bin îşkenceyê de daye divê ku Komîsyona Lêkolînkirin Îşkenceyê  vê îşkenceya li Alî hatiye kirin lêkolîn bikeç 
 
Piştî parastina bersûcên din dozger xwest ku rewşa bersûcan a girtî berdewam bike. Heyeta dadgehê  jî biryar da ku Mehemet Çari Rojhat Yaşar, Berna Çelebî, Serdar Eren û Hayrettîn Baba bên tahiliyekirin û Yaşar Ateş, Nazli Çelîk, Ayten Kordo, Cemal Arslan û Ufuk Suger jî girtî bên darizandin.
 
Daneşîna piştî vê ya dozê wê di 31'ê çileyê de bê kirin.