Parastina bi zimanê dayikê bû sedema zêdekirin ceza

  • 09:10 10 Mijdar 2017
  • Hiqûq

Safiye Alagaş

MÛŞ - Siyasetmedara kurd Nursel di daneşîna doza ku jê dihat darizandin de mafê xwe yê parastina bi zimanê dayikê bi kar anî. Ev mafê ku ji alyê qanûna bingehîn ve tê parastin ji aliyê dadgehê ve wekî 'mafê parastinê xirab bi kar aniyê' hat pejirandin. Dadgehê ji ber ku Nurselê xwe bi zimanê xwe yê dayikê parast derbarê wê de biryar ku cihê kêmkirina ceza tune ye da.
 
Nursel Yîgît a ku di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de li Mûşê hevserokatiya partiyê kiribû  di sala 2015'an de di çarçoveya xebatên siyasî de ji ber çalakiyên ku tevli bibû  di çileyê 2016'an de di encama serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştre jî bi îdiaya 'endama rêxistinê ye' hatibû girtin. Derbarê Nurselê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bi daxwaza ji 8 salan heta 20 salî cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Nûrsel a ku di daneşîna doza xwe ya 8'emîn de bi kurdî parastin kir, ji aliyê dadgehê ev helwesta Nurselê wekî sûc hat pejirandin.
 
Nurselê di daneşîna yekem a doza xwe de jî xwestiye bi kurdî parastina xwe bike lê ji ber ku tercûman tune bûye ji mecbûrî bi tirkî parastina xwe kiriye. Nurselê  li gel biryara dadger îdiayên derbarê xwe de red kirin û got ku wê di çarçoveya siyasî de xebat kiriye. Parêzerê Nurselê Şeyhmus Bayhan jî got ku xebatên muwekîla wî yên di serdema DBP'ê de ên di çarçoveya siyasî de ne û muwekîla wî ji ber wan xebatan nikare bê darizandin.
 
Dadgehê piştî parastinê ji ber ku Nurselê bi kurdî parastin kir cezayê wê yê bi îdaya endamtiya rêxisinê ku 5 sal e zêde kir û 7 sal û 6 meh ceza li Nurselê birî û ji 'propagandaya rêxistinê' jî cezayê ku 1 sal û 8 meh bû ji ber parvekirinên Nurselê yên li ser medya civakî hat zêdekirin. Her wiha bi giştî li Nurselê 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hat birîn.