Tê xwestin ku dosyaya Rûken bikeve ber demboriyê!

  • 09:14 9 Mijdar 2017
  • Hiqûq

Safiye Alagaş

AMED - Derbarê qetilkirina Rûken Demîr a ku li Rezanê di 12 Îlona 2015'an de hat qetilkirin bêyî ku lêkolîneke bi êrêk û pêk bê kirin ji aliyê dozgeriyê ve biryara "Lêgerîna daîmî" hat derxistin. Malbat dibêje ku Rûkenê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye lê li gorî dozger PKK'yiyan Rûkenê kuştiye. Parêzerê malbata Mesut Beştaş jî dosyaya "Bi bîriyara lêgerînê" ku tê xwestin bikeve ber demboriyê şand DMME'yê. 
 
Li Rezana Amedê di 12'ê Îlona 2015'an de polîs êrîşî ciwanên ku xwestin qedexeya derketina li kolanan a li Cizîrê şermezar bikin kiribû. Di wê demê de Ruken Demîr a 18 salî ku li ber deriyê mala xwe rûniştibû bi guleya li serê  wê ket jiyana xwe ji dest dabû.  Şahidên bûyerê diyar kiribûn ku polîsan ji wesayita zirxî gulebaran kiriye û di encama wê gulebaranê de Rûkenê jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê bavê Rûkenê Alî Demîr, wekî mexdûr di 7'ê cotmeha 2015'an de gilî kiribû. Lê derbarê qetilkirina Rûkenê de tu lêkolîneke cidî nehat kirin.
 
Li gel ku malbat dibêje Rûkenê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye jî dozgerê ku li dosyayê dinêre dibêje "PKK'yiyan kiriye" û bêyî ku tu lêkolînê bike biryarê dide. Piştî vê dozger derbarê dosyayê de ji bo ku herdaîm talîmatê nede; tişta ku ji bo kiryarên ne diyar tê kirin biryara "lêgerîna daîmî" derxist. Parêzerê malbatê Mesut Beştaş diyar kir ku ji bo dosya bikeve ber demboriyê ev biryar hatiye dayîn û bi minasebeta ku mafê jiyanê û mafê darizandinê hatiye îhlalkirin dosya şand Dadgeha Mafên Mirovan a Eweropayê (DMME).
 
Mala Rûkenê hatibû nîşankirin!
 
Bavê Rûkenê Alî Demîr di daxwaznameya xwe ya gilî de, diyar kiiriye ku berî keça wî bê kuştin bi 3 mehan lê wî geriya ye û wihagotiye: "Bavo li deriyê me didin û em ji tirsa nikarin vekin."
 
Alî dibêje ku dema hatiye malê dergevanê avahiyê ji wî re wiha gotiye: "Nîşanek mezin danîne ser deriyê te û guleyên çiftê danîne ber deriyê te." Alî dibêje ku ji bilî deriyê wî li heman avahiyê deriyê şeş malên din jî nîşan kirine.
 
Alî di berdewamiya daxwaznameyê de dibêje ku di 12'ê îlonê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya li Deriyê Çiyê li wî geriyane û ji wî re gotin ku keça te birîndar e. Alî diyar dike ku piştre keça wî sewkî Nexweşxaneya Selahattînî Eyûbî hatiye kirin û li wê jiyana xwe ji dest daye. Alî diyar dike ku di bûyereke li Rezanê de polîs êrîşî gel dike Rûkenê gule baran kiriye û bi daxwaza ku bûyer bê lêkolînkirin ew gilîdar e.
 
Ji bo ku delîl bên komkirin ji daxwazên ku hatin kirin re bersîv nehat dayîn
 
Piştî giliyê bavê Rûkenê parêzerê malabtê Mesut Beştaş di 9'ê cotmeha 2015'an de di çarçoveya lêpirsînê de ji Dozgeriya Komarê ya Amedê re bi daxwaznameyekê daxwazên xwe yên ku ji 12 xalan pêk tên pêşkêş kir. Lê ev daxwaza parêzer jî bi hincetên pûç hat redkirin.
 
Parêzer Mesut yê ku ji ber derbarê qetilkirina Rûkenê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê tu lêkolîn nekir îtîraz kir, di serî de dosya bir Dadgeha Makeqanûnê ya Bingehîn û piştî ku vê dadgehê jî bi hinceta qeyda nifûsê ya Rûkenê tune ye dosya red kir dosya şand DMME'yê.
 
Parêzer Mesut wê di rojên pêşiya me de dîsa dosyayê bişîne Dadgeha Bingehîn a Makeqanûnê.