Fîgen Yuksekdag tevlîbûna rûniştinê ya bi SEGBÎS'ê red kir

  • 13:46 7 Mijdar 2017
  • Hiqûq

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag  tevlîbûna rûniştinê ya li Wanê  ya bi SEGBÎS'ê red kir. Biryar hat dayin ku dosyaya Fîgenê ya dozê bi dosyaya wê ya Enqereyê re bibe yek. 

Rûniştina 3'emîn a Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag  hat dîtin. Fîgenê bi sûcên 'Hekareta li serokkomar','Propagandaya Rêxistinê' tê darizandin. Figenê ya ku li  2'emîn Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Mezin a Dadgeha Cezayê Giran a Tîpa F'yê ya Kandirayê dimîne, beşdarbûna bi SEGBÎS'ê ya rûniştina li  2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê red kir. Fîgenê  rûniştina berê jî ya bi SEGBÎS'ê red kiribû.   
 
Heyeta dadgehê biryar da ku dosyaya ku derbarê Fîgenê de hatiye vekirin bi ya Enqereyê re bibe yek .