Konferansa li dibistanê îstîsmara zayendî derxist holê

  • 09:10 6 Mijdar 2017
  • Hiqûq

Safiye Alagaş

AMED - Zaroka bi navê F. ku di navbera salên 2012-2014’an de ji aliyê kurê apê xwe M. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû F. di konferansa bi navê ‘îstîsmara zayendî’ de vegot. F. bi piştgiriya mamosteya rehberê serlêdana sûcê kir û mêrê îstîsmara zayendî lê kir, da girtin.
 
Li navçeya Farqînê ya Amedê zaroka bi navê F. ku di navbera salên 2012-2014’an de rastî îstîsmara mêrê bi navê M. hat, piştî du salan şûnde li dibistana ku lê dixwend konferanseke bi mijara ‘îstîsmara zayendî’  pêk hat û roja piştî konferansê zarok çû cem mamosteya xwe ya rehberê û bûyer vegot.
 
Li ser vegotinên F. mamosteyê li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdana sûcê kir. F. ligel pedagog îfadeya wê hat girtin û wiha got: “M. kurê apê min e.  Ez ditirsim ku xwişkên min jî îstîsmar bike. Ji ber vê yekê ez gilî dikim.”
 
Piştî îfadeyê Serdozgeriya Komarê ya Farqînê derbarê mijarê de lêpirsîn da dest pêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de M. di meha Nîsanê de hat binçavkirin û piştî îfadê hat girtin.
 
Dozgeriyê di îdinameyê de ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zarokê’ 16 sal ceza xwend. Ji ber bi tehdîdê sûc hatiye kirin hat xwestin ceza 8 sal bê zêdekirin û bi sûcdariya ‘ji huriyetê bêpar hiştin’ jî ji 2 salan heta 7 salan ceza hat xwendin. Îdianameya ku hat amadekirin ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya giran a Amedê ve hat qebûlkirin.