‘Neheqî li ku bû Sezîn û Ozlem li wir bûn’

  • 09:14 3 Mijdar 2017
  • Hiqûq

STENBOL - Piştî girtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaşê  ji baroya Stenbolê bigirin heta baroyên din bê deng in.  Parêzerên jin ên li dozên girîng ên siyasî yên li Tirkiyeyê mêze dikirin, piştî hatin girtin baro bê deng man. Hevpîşeyên wan gotin: “Neheqî li ku bû Ozlem û Sezînê li wir bûn. Naskirina Ozlem û Sezînê, bi wan re xebat û jiyankirina têkoşînê mirovan xurt dike. Sezîn û Ozlem çima hatin girtin?”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindegan (EHD) Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştanş di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û 7 rojan di bin çavan de man û piştre di 25’ê Cotmehê de hatibûn girtin. Her du parêzerên jin bi nasnameyên xwe yên sosyalîst dihatin nasîn. Lê piştî her du parêzer hatin girtin di serî de Baroya  Stenbolê û baroyên din daxuyaniyek nedan. Tevlî bêdengiya baroyan, hevpîşeyên wan li her du hevalên xwe xwedî derketin.
 
Hevberdevka Platfoma Hiqûqnasên Azad (OHP) Banu Guverenê  diyar kir ku Sezîn û Ozlem du jinên xurt bûne û wiha got: “Her ku jî her tim bi hêvî, têkoşîne û tu car kes di nîvê rê de nedihiştin.  Li ku derê neheqî û êş hebûna têdikoşiyan. Naskirina Ozlem û Sezînê bi wan re xebat û jiyankirina têkoşînê mirov xurt dikirin.”
 
‘Em ê bi piştevaniyê hevalên xwe bigirin’
 
Banuyê di berdewamiyê de diyar kir ku wan heta îro her du hevalên xwe yên jin li edliyeyê, li qerekolan, kolanan û cenazeyan dîtine û wiha got: “Her du jî neditirsiyan. Her tim ji bo neheqiyan derxin holê dixebitîn. Daraz baxçeyê dawî yê desthilatdariyê ye. Her du hevalên me ji ber helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe hatine girtin. Em natirsin, têk naçin, em ê bi têkoşîn û piştevaniya xwe hevalên xwe şûnde bigirin.”
 
Îlknur Alcan: Em ê muvekîlên xwe biparêzin
 
Parêzer Îlknur Alcanê jî bi lêv kir ku Sezîn û Ozlemê her tim parêzeriya kesên bindest kiriye û wiha pê de çû: “Sezîn û Ozlem ji Hopayê bigirin heta Geziyê her tim di têkoşîna maf de cih girtine. Îro jî ji ber vê hatine girtin. Ji ber terza wan a parêzeriyê hatine girtin. Ji ber wek daxwaza desthilatdariyê parêzerî nekirine. Pirsên ji wan hatine pirsîn jî vê nîşan didin. Em ê bi hevpîşeyên xwe re bi dostên xwe re di piştevaniyê de bin. Em ê heta dawî muvekîlên wan biparêzin.”
 
Gulser Yolerî: Wê bi awayekî xurtir derkevin
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Guleren Yolerî jî bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe da û got bi taybet di têkoşîna maf de desthilatdariyê hevalên wan ên jin hedef girtine û got girtina her du hevalên wan ên parêzer nayê qebûlkirin û got wê her du hevalên wan bi awayekî xurtir derkevin.