Dadgeh heyeta kesê dizane dişîne Sûrê

  • 09:34 31 Cotmeh 2017
  • Hiqûq

AMED - Şaxa Plansazkarên Bajar a Amedê  di sala 2016’an de ji bo ‘Plana îmarê ya bi armanca parastinê’ li Sûrê hatiye Îlan kirin rabe, doz vekir û  di dozê de hat xwestin ku heyeta kesê dizane li Sûrê keşfê bike. Buşra Cîzrelîogullari der barê biryarê de got: “Ev ji bo rawestandina planê dikare bibe pêngavek.”

Hevseroka Şaxa Plansazkarên Bajar a Amedê Buşra Cîzrelîogullari der barê hilweşîna Sûrê de nirxandin kir. Buşrayê bi lêv kir ku li dijî hilweşîna Sûrê ev 6 meh in têdikoşin ûgot ‘plana îmarê ya bi armanca parastinê ya ji bo Sûrê di 2012’an de hatibû derxistin, di 2016’an de hatibû betalkirin. Buşrayê wiha got: “Piştî betalkirinê li dijî projeyên bên çêkirin di alî hiqûqî de em çûn rêya îtîrazê. Di encama vê îtîrazê de dadgeh wê heyeta kesê dizane ji bo keşfê bişîne Sûrê.
 
Buşrayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku  ‘plana îmarê ya bi armanca parastinê’ parastina dîrok û xaniyên dîrokî yên navçeyê dihewand û di alî hiqûqî de bêyî ku encamek erênî an neyînî bê girtin hilweşîn hat destpêkirin. Buşrayê destnîşan kir ku plana parastinê ya 2012’an de hat derxistin di 2016’an de ji aliyê hikûmetê ve hat guhertin û bi guherîna hat kirin re hat gotin wê li Sûrê 6 qerekol û rêyên van qerekolan bi hev girê didin dê bê çêkirin.
 
Buşrayê di dawiya axaftina xwe de got wek Odeya Plansazkarên Bajar a Amedê li dijî vê projeyê doz vekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro der barê wê dozê de daxwaza keşfa kesê dizane hat kirin. Ev dikare ji bo rawestandina planê bibe pêngavek.”