Ji dozgeriyê ji bo gotina ‘dayik’ têgeha nû

  • 09:31 29 Cotmeh 2017
  • Hiqûq

Safiye Alagaş

AMED-  Îdianameya der barê Şahcan Tuner û Sîbel Îldanê de hatiye amadekirin, têgeha ‘dayik’ ya di peyamên telefonê de jî lê hatin bicihkirin.  Li gorî serdozgeriya Komarê ya Amedê ‘dayik’; Di rêxistinê de kesa di asta bilin de faliyetan dimeşîne ye.
 
Di 14’ê Hezîranê de li gelek bajaran li dijî endam û rêveberên  TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê  operasyon hatin destpêkirin û gelek kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de îdinameya Şahcan Tuner û Sîbel Îldan hat temamkirin. Der barê Şahcan û Sîbelê de ji ‘endamtiya rêxistinê’ ji 5 salan heta 10 salan ji ‘propagandaya rêxistinê’ ji 6 mehan heta 2 salan, ji ‘muxalefeta meş û civînan’ jî ji salekê heta 6 mehan heta 3 salan ceza tê xwestin.  Der barê herduyan de bi giştî ji 14 salan heta 30 salan ceza tê xwestin.
 
Di têketina îdianameyê de  cih dan beşa destpêkê ya peymana KCK û xalên KCK’ê.  Her wiha dozgeriyê di îdianameyê de  balkişand ser paşeroja dîroka rêxistibûna jinan a di PKK’ê de û DOKH û KJA jî wek meclîsên jinan a PKK’ê girtin dest.
 
Axaftina bi Sîbel Yîgîtalp re sûc e!
 
 9 hevdîtinên telefonê yên Sîbel Îldan yên di 2016’an de kiriye hatiye guhdarkirin û hevdîtina telefonê ya  bi parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp re jî   wek delîla sûc hesibandin.
 
Her wiha tevlîbûna meşa protestoyî ya êrîşên DAIŞ’ê ya li Kobanê jî wek ‘propagandaya rêxistinê’ hat bi navkirin.
 
‘Dayik’ kesa berpirs a di rêxistinê de ye
 
Di îdianameyê de hevdîtina telefonê ya Şahcan Tuner a di 26’ê Hezîrana 2016’an  de jî hat bicihkirin.  Dozgeriyê ji bo gotina ‘dayik’ a hevoka ‘Ya çima dayik li Pasa Îranê we dipên’ têgehek nû anî û îdia kir ku ‘dayik’ kesa berpirs ya di rêxistinê de faliyetan dimeşîne ye.
 
Yekemîn runiştina dozê di 30’ê Cotmehê de tê dîtin.