Ji mamoste parastina îstîsmara zayendî: Mamoste bi xwendekar re tê zewicandin

  • 09:05 28 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Mamoste Mustafa S. ku li Elbaqê li dibistana şevînî  zarok bi rêya tacîzê îstîsmar kir, di îfadeya xwe ya emniyetê de  diyar kir ku statuya mamostetiyê bi kar aniye û zarok îstîsmar kiriye. Mustafa S. parastinên ku zewaca zarokan normal dike jî kir, zewaca mamosteyan a bi xwendekaran re jî rewa dît.
 
Li navçeya Elbaq a Wanê li dibistaneke şevînî ya navîn, mamosteyê îngîlîzî Mustafa S.  di 12’ê Gulana 2016’an de  zarokek îstîsmar kiribû.  Piştî zarokê û şahidan bûyer ji midûr re vegot, Mustafa Ş. Hat binçavkirin.
 
Mustafa di 13’ê Gulanê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê.  Îfadeyên Mustafa yên emniyetê derketin holê.  Îfadeyên zarok û şahidan li gel pedagog hat girtin û hev piştrast kirin.  Mustafa S. di îfadeya xwe ya emniyetê de  got bi rêya tacîzê zarok îstîsmar kiriye.
 
Statuya mamoste hatiye bi kar anîn
 
Mustafa Ş. got bi hincetan zarok gazî cem xwe kiriye û hem statuya mamostetiyê û hem jî hêza xwe bi kar aniye û îstîsmar kiriye.  Mustafa îdia kir ku zarok ji ber statuya wî kêfxweş in.
 
Her wiha zewaca xwendekaran bi mamosteyan re jî rewa nîşan da.