Pîrozkirina 8’ê Adarê sûc e!

  • 09:11 27 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Salîha Aydenîz ya di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de di 19’ê Tîrmehê de hat binçavkirin û li ser îtîrazê hat berdan, 21 çalakî û bernameyên tevlî bûne sûc hatin hesibandin û li îdianameya wê hatin zêdekirin.  Tevlîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û protestokirina pergala perwerdeyê ya 4+4+4 ku Salîha tevlî bûye jî wek hêmana sûc di îdianameyê de cih girt.
 
Hemşîre Salîha Aydenîz ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin,  di 19’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hat binçavkirin û di 22’ê Tîrmehê de hat girtin û li ser îtîrazan hatibû berdan. Îdianameya Salihayê ya hatiye temamkirin pêşkêşî 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat kirin. Di îdianameyê de derbarê Salîheyê de bi îdiaya ‘avakirina rêxistin û rêveberinê’ ji 10 salan heta 15 salan ceza tê xwestin.
 
Di îdianameya derbarê Salîhayê de hatiye amadekirin de, avabûna KCD’ê û armanca wê bi berfirehî hat vegotin.
 
Di îdianameyê de îfadeya 7 kesên di navbera 2010-2015’an de hatine binçavkirin jî li îdianamyê hatiye zêdekirin û hat gotin ku KCD bi berfirehî xwe birêxistin dike û hat gotin ku ji bo pirsgirêka kurd projeyên çareseriyê hildiberîne û DBP jî tenê siyasetê dike.  Lê ev agahiyên ku dewlet û rayagiştî dizanin wek delîl di îdianameyê de cih girtin. 
 
Ligel vê  21 daxuyaniyên çapemeniyê û meşên ku Salîha tevlî bûye jî wek sûc xistin îdianameyê. Tevlîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û protestokirina pergala perwerdê ya 4+4+4 ku Salîha tevlî bûye jî wek hêmaya sûc di îdianameyê de cih girt.
 
Her wiha ji ber Salîhayê der barê kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li rêbertî, ax û azadiya xwe derdikevim’  di twîtterê de parvekirin kiriye jî hat gotin ‘propagandaya rêxistinê kiriye’.