Cezayê ku li Çaglar Demîrel hat birîn di cih de hat dîtin!

  • 11:18 20 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
AMED - Ji bo cezayê girtîgehê yê li parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel hatibû birîn li Dadgeha Îstînafê îtîraza hatibû kirin. Dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê ku li Çaglarê hatibû birîn di cih de dît û diyar kir ku tu tiştekî dijhiqûqî hatiye kirin tune ye.
 
Derbarê Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel de ji doza ku jê girtî dihat darizandin a li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a  Amedê ku dihat dîtin di daneşîna 3'emîn de bêyî ku îfadeya wê bê girtin derbarê wê de bi îdiaya "Endama Rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn. Parêzerên Çaglarê ji ber ku darizandineke adîlane nehat kirin dosyaya Çaglarê birin  Dadgeha Îstînahê ya Dîlokê û îtîraz kirin. 
  
Dadgeha Îstînafê ya ku îtîraz nirxand cezayê ku li Çaglarê hatibû birîn di cih de dît û got ku di dosyayê de tu biryara dij hiqûqî tune ye û îtîraz red kir. Herwiha dadgeha ku îtîraz red kir daxwaza tehliyeyê ya Çaglarê jî red kir.