‘Hiqûqa malbatî wê bi referansên olî bê plankirin’

  • 09:08 20 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
Evrîm Kepenek
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzeran diyar kir ku li gel hemû îtîrazan qanûna di meclîsê re derbas bûye qebûl nakin. Parêzeran diyar kir ku bi qanûnê re jiyana civakî û hiqûqa malbatî li gorî referansên olî wê bên plankirin.
 
Pêşnûme Qanûna derbarê ku bi Qanûna Xizmetên Nifûsê re di hinek Qanûnan de Guherîn bê kirin ku bi vê re rayeya birîna mehrê dide meleyan  di Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû. Parêzeran bertek nîşanê qanûnê da û û diyar kirin wê qanûnê qebûl nekin.
 
Parêzer Dîren Cevahîrê da zanîn ku bi kampanyayan îtîrazê qanûnên kirine û wiha got: “Tevî îtîrazan derbaskirina qanûnê tê wateya mudaxaleya jiyana jinan.  Ev tê wateya jinan bikin bin kontorla xwe. Tevî îtîrazên jinan hat qebûlkirin.Bi vê qanûnên dixwazin jinan bê bandor bihêlin. Li dijî vê wê têkoşîna jinan bidome.”
 
‘Berbi şerîatê ve diçin’
 
Parêzer Gulîzar Tuncerê destnîşan kir ku bi qanûn û KHK’yên hatin derxistin xwestin hiqûqa şerîatê bi cih bikin û wiha pê de çû: “Dixwazin hemû kes vê bibînin.Ji bilî vê qanûnê niha em hovîtiya li dijî mirovahiyê qebûl dikin.  Civak bêçare dipê û ne xema civakê ye. Bi awayekî aşkera berbi şerîatê ve çûyîn heye. Ev jî fikaran zêde dike.”
 
Parêzer Selîn Nakipoglu jî anî ziman ku  dema pêşnûme nû hatiye komîsyonê nivîsek nivîsiye û rayedarên wê demê gotine ‘hun hevokên bi îdia dikin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê duh êvarê her tişt rast bû. Ev qanûn di alî jinan de wê encamên neyînî derbixe holê. Jin bi rojane li kolanan li ber meclîsê tên derbkirin.  Desturê nadin jin bikevin meclîsê. Em gelek xemgîn û bi vikarin. Em jin tevî ku di lijneyê de hatiye derbaskirin jî vê qebûl nakin.”
 
‘Dixwazin jinan hepsê malê bikin’
 
Parêzer Nuray Ozdanê jî bertek nîşanê qanûnê da û ev tişt daxuyand: “Zêdekirina rayeya miftiyan wê zewaca zarokan zêde bike. Ev rêbaza bi referansa olî qada civakî bi rêve bibe ye. mixabin ji meclîsê derbas bû.  Ji bo jin û zarokan pêvajoyek bi xeter dest pê kir. Bi vê pêvajoyê wê jinan hepsê malê bikin.”