Li gorî dozgeriyê îşkenceya li Tîpa T ya Tarsûsê ‘bêbingeh e’

  • 09:08 18 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Girtiyên jin ên ku sûrgunî girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatin kirin, bi hevkariya ÎHD’ê diyar kiribûn ku di dema surgûnê de rastî îşkenceyê hatine. ÎHD’a Amedê jî ji Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê re daxwazname nivîsîbû û daxwaz kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û der barê berpirsiyaran de tiştên hewce bên kirin. Dozgeriyê di 6’ê cotmehê de bersiv da daxwaznameyê û îdia kir ku ‘sûcdarî ne rastin’.
 
Jinên girtî yên sirgûnî girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hatine kirin diyar kirin ku di dema sewqkirinê de ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û  rastî tehdîda tecawizê hatine.   Jinên girtî banga ‘li vir zext û şîdet heye, dengê me bibîhizin’ kirin.
 
Xizmên girtiyan jî der barê mijarê de serî li ÎHD’ê dan û li ser vê ÎHD’a Edeneyê û Mêrsînê bigirtiyên jin re hevdîtin kirin û raporek amade kirin.
 
 Her wiha ÎHD û xizmên girtiyan jî der barê îşkence û pêkanînên xerab de li dozgerî û wezareta dadê gilî kirin.
 
‘Bila berpirs bên lêpirsînkirin’
 
Xwişka girtiya bi navê Saadet Akinê, Emîne Akinê di 14’ê Tebaxê de serî li ÎHD’a Amedê da û got xwişka wê di dema sewqkirinê de rastî derbkirinê û tehdîdê hatiye û ji ber vê yekê ji jiyana wê bi fikarin û piştgiriya hiqûqî xwestibû. Li ser serlêdanê ÎHD’ê bi hevkariya serdozgeriya komarê ya Tarsûsê  daxwazname nivîsî û daxwaz kir ku der barê berpirsan de kar û barê fermî bê kirin û xwestin agahiyê bidin wan.
 
ÎHD’ê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku  astenkirina mafên girtiyan ya bi awayekî kêfî li dij hiqûqê ye û got divê mijdarê de tedbîr bên girtin û şert û mercên girtiyan di çarçoveya qanûnî de bên sererastkirin.
 
Di berdewamiya daxwaznameyê de hat destnîşan kirin ku  ev binpêkirin û îşkence li dijî peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê qebûl kirine û ji ber vê divê der barê berpirsan de lêkolîn bê kirin. Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê di 6’ê cotmehê de daxwazname bersivand û got ku Saadet berê 5 rojan ketiye greva birçîbûnê û niha kes di grevê de nîne.
 
Her wiha hat gotin ku Saadet di 20’ê hezîranê de  sewqî girtîgehê hatiye kirin û îdiayên ku rastî tehdîd û îşkenceyê hatiye jî rastiyê nîşan nadin.