Gumanbarê îstîsmarê serbest tê darizandin

  • 09:17 14 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Di meha Tebaxê de kesê bi navê Alî P. yê 28 salî zarokek ku xizmê wî bû îstîsmar kir. Der barê bûyerê doz hat vekirin û ji bo Alî ji 9 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Zaroka ku parastina cewherî pêk anî jî hat parastin û Alî P. yê derket runiştina yekemîn beyî girtî tê darizandin.
 
Li Amedê di meha tebaxê de kesê bi navê Alî. P yê 28 salî zaroka xizmê xwe îstîmar kir.  Zarok li ser bûyerê çibû qerekolê û bûyer derketibû holê. Zarok kirin bin parastinê û serozgeriya komarê ya Amedê der barê Alî P de  ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ ji 8 salan heta 15 salan, ji sûcê ‘ kes ji huriyeta wê bêpar hiştin’ jî ji salekê heta 5 salan ceza xwest.
 
Di îdianameya der barê 6’emîn dadgeha cezaya giran a Amedê de hat qebûlkirin de, cih dan îfada zarokê.  Zarokê diyar kir ku Alî P. xizmê wê ye û di heman avahiyê de rudiniştin, gelek caran ew îstîsmar kiriye û ji ber tirsyaye tiştek negotiye.
 
Zarokê got roja erefa cejna qurbanê Alî P. hewl daye wê îstîsmar bike û parastina cewherî bikaraniye û xilas bûye. Her wiha got roja duyê cejnê dîsa rastî îstîmarê hatiye û dîsa bi parastina cewherî xilas bûye.
 
Di yekemîn runiştina dozê de Alî, mexdur û parêzerên wê amade bûn. Zarokê giliyê xwe dubare kir û dê û bavê zarokê jî gotin ew gilî dikin.
 
Gumanbar Alî P ku îfade da xwe xilas kir û heyeta dadgehê jî biryara darizandina beyî girtinê da û doz taloqî mijdarê kir.