Doza KCK'ê taloqî 19'ê Çileyê hat kirin

  • 13:03 13 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
STENBOL - Di doza Çapemeniyê ya KCK'ê de heyeta dadgehê, îdiyaname û girtekên daoza ku Mudurê TEM'ê Yurt Atayun jê tê darizandin xwestin.
 
Doza Çapeniyê ya KCK'ê ku 46 rojnameger jê tên darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çalglayana Stenbolê hat dîtin. Daneşîna  doza ku rojnameger Nurettîn Firat û Çagdaş Ulus lê amade bûn, endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP)  û gelek parêzer jî tevli daneşînê bûn. Daneşînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir û makamê îdayê xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê dûrê biryara xwe ya navberê da. Heyetê, têkildarî rojnameger Îsmet Kayhan biryara girtinê da û xwest di çarçoveya “Sûcê rêxistinê” yên rojnamegeran de hene, yan tune, bên lêpirsîn. Dadgehê belgeyên îdîanameya Yurt Atayun xwest û daxwaza parêzarên biryara îptalkirina pasaportên rojnamegeran bêrakirin red kir.  
 
Doz taloqî roja qetilkirina rojnameger Hrant Dînk 19’ê Çileêyê hat kirin.