Hesabê facebookê yê ku tuneye di îdianameyê de ye!

  • 09:19 9 Cotmeh 2017
  • Hiqûq

Safiye Alagaş

AMED -  Di îdianameya der barê Dayika Aştiyê Rabî Kiran de hatiye amadekirin de, hesabê wê yê tune yê facebookê  wek delîl nîşan dan. Rabî Kiran a ji aliyê malbat û derdorê ve wek 'Havva' tê xîtabkirin, ji ber navê di nasnameyê de 'Rabî' bi kar nîne jî ji aliyê dozgeriyê ve 'Havva' wek nasnav nirxand. Dozgeriyê, Komeleya Jinan a Selîsê ya di îdianameyê de derbas dibe jî wek 'qaşo komeleya jinê' da nasîn.
 
Dayika Aştiyê Rabîa Kiran (Havva) di 8'ê Adarê de li Amedê hat binçavkirin û 6 rojan di bin çavan de ma û pîştî îfadeya wê ya li Edliyaya Amedê hat berdan. Îdianameya  der barê lêpirsînê de hat temamkirin. Îdianameya ji aliyê 9'emîn dadgeha cezaya giran a Amedê ve hat qebûlkirin de li  Rabîa Kiran a 62 salî ji sûcên 'avakirin rêxistin û an rêveberina rêxistinê' ji 7 sal û nîvan heta 15 salan, ji propagandaya rêxistinê jî ji 6 mehan heta du sal û nîvan, ji 'Muxalefeta qanûna meş û xwepêşendanan' jî ji salek û nîvê heta sê salan doz hat vekirin. 
 
Rabîa ya ji alî malbat û derdora xwe ve wek Dayika Havva tê binavkirin, di îdianameyê de hat îdiakirin ku 'Havva' wek nasnav tê bikaranîn.
 
Her wiha hevdîtinên telefonê yên Havvayê yên di navbera 2012-2017'an de û îfadeyên şahidên veşartî yên bi navê Padîşah, Kar, Kadîfe, Zakîf Firat û Toros ên navbera 2011-2012-2013'an de dane jî wek delîl xistin îdianameyê. Şahidên veşartî der barê gelek komeleyan de jî îfade dabûn. Şahidên veşartî îfadeyên ku xebat û teşeyên rêxistnkirina komele û saziyên civaka sivîl, 'îlegalîze dikin' dabûn.
 
'Qaşo komeleya jinê ye'
 
Dozgerê ku îfadeyên şahidên veşartî nirxand, Komeleya Jinan a Selîsê jî bi gotinên 'Qaşo komeleya alîkariyê ya der barê jinan de ye' nirxand. 
 
Her wiha di îdinameyê de, hesabê tune yê facebookê  ku wek yê Rabîaya 62 salî ye,  wek delîl nîşan dan û gotin di vî hesabî de  parvekirinên ku xwedî li rêxistinê tê derketin hatiye parvekirin.  Rabîayê di îfadeya xwe ya dozgeriyê de da zanîn ku ew wek dayika aştiyê ji bo aştiyê faaliyetan dimeşîne û got hesabê facebookê ne yê wê ye.
 
Yekemîn runiştina dozê di 17'ê Cotmehê de li 9'emîn dadgeha cezaya giran a Amedê tê dîtin.