Doza Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin

  • 13:54 5 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
EDENE – Doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a bi sûcdariya “Endama MLKP’ê ye” li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. 
 
Li Edeneyê di sala 2012’an de der barê Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdag û 7 kesên din de bi îdiaya “MLKP ava kirine û rêveberiya wê kirine” û “Propagandaya rêxistinê kirine” doz hat vekirin. 12’emîn rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Fîgen tevli dozê nebû. Parêzerên wê beşdarî dozê bûn. Heyeta dadgehê, diyar kir ji 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê têkildarî kesên di heman dosyayê de tên darizandin agahî xwestiye, lê tu bersiv nehatiye dayîn. Meqamê îdiayê ji heyeta dadgehê xwest ku biryara girtinê ya der barê Merîç Solmaz de bidome û înfaza wî bê rawestandin.  
 
Heyeta dadgehê der barê Merîç Solmaz de biryara berdewamiya girtinê da û doz taloqî 6’ê Adarê kir.