Gumanbarên îstîsmarê hatin berdan, zarokê ji dadger e nivîsî: Dinya bi serê min de hat xwarê

  • 09:13 5 Cotmeh 2017
  • Hiqûq
AMED - Di doza Pasûrê ya îstîsmara zayendî de hemû gumanbar hatin tahliyekirin û derket holê ku zaroka mexdur nameyek şandiye dadgehê.  F. demek diyar kiribû ku ji ber tehdîdên malbatên gumanbaran giliya xwe şûnde kişandiye û ji bo dadgerê dadgehê jî wiha got: “Roja we ew berdan, dinya bi serê min de hat xwarê.Dema ew ceza bigirin ez ê kêfxweş bibim.  Dadger beg, mafê min li erdê nehêle.”
 
Li Pasûra Amedê zaroka 14 salî F. ku di astek kêm de astengdara zîhniye, di navbera 13’ê Hezîrana 2014- 21’ê Adara 2015’an de rastî îstîsmara zayendî ya 86 mêrî hat. Piştî îfadeya F. li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li 21 mêrî doz hat vekirin. Di runiştina dawî ya îlonê de beyî îfadeya F. bê girtin 9 mêrên girtî hatin tahliyekirin û  bi kesên di runiştinên berê de hatibûn tahliyekirin re 21 mêr beyî girtî tên darizandin.
 
Runiştina din ya dozê di 23’ê Çileyê 2018’an de li 2’emîn Dadgeha Cezay aGiran a Amedê wê bê dîtin.
 
Name şand ji dadger re: Dinya bi serê min de hat xwarê
 
F. demek berê ji dadgehê re ragîhand ku ji aliyê malbatên gumanbaran ve rastî tehdîdan hatiye û ji ber vê neçar maye gilîkirinê şûnde bikişîne.  Derket holê ku piştî hemû gumanbar hatine tahliyekirin F nameyek ji dadger re nivîsiye û ev name gihişt ber destê JINNEWS’ê. F. ya di 24’ê îlonê de îfade da dadgehê nameya ji dadger re nivîsî bû xistin dosyayê.
 
F. diyar kir ku di 14 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 86 mêrî hatiye û di nameya xwe de wiha got: 
 
‘Mafê min ji wan re nehêlin’
 
“Birêz dadger beg,
 
Ez naxwazim mafê min ji wan re bê hiştin. Roja we ew berdan dinya bi serê min de hat xwarê.
 
Jiyana min serobino kirin. Min travmayên mezin jiyan. Min rojên zehmet derbas kir. Psîkolojiya min têk çû. Ji ber vê ez têm dermankirin. Min derman bikaranîn.
 
Çar salan her tim ew tişt li ber çavên min bûn. Dema tên hişê min ez dîn dibim. Ez girî westiyam.
 
Çi dibe bila bibe ez dest ji giliya xwe bernadim.  Roj bê wê ew cezayên xwe bikişînin. 
 
Ez di vê mijarê de dixwazim ku çi ji destê we tê hun bikin. Dema ew bên cezakirin ezê kêfxweş bim. Çi dibe dadger beg; mafê min li erdê nehêlin. 
 
Bila canê zarokên din neşewite, jina wan tarî nebe.”
 
Nûçeyên der barê vê dozê de: